Şibihîna ruhî ya van herdu çandan berê min da ber bi sentezekê ve. Di encamê de jî ‘‘Blues in Botan’’ derket holê. Li ser gîtarê gerîna li pentatonîkên bluesê kêfeke bêterîf e.

DÎLAN KARACADAG

Ferît Sevîm muzîka blues, û muzîk û zimanê Kurmanciyê tîne cem hev û di zik hev de ji wan berhemên xwe diafirîne. Weke di stranên “Meryem e” û “Mîro”, “Hat mermer e” de ew awazên Kurdî xasma cureyên Botanê yên weke bêrîte di nava muzîka xwe de xweşik bi cih dike; ew her wiha cureyên nêzîk reggea jî bi kar tîne. Em pê re li ser muzîka wî, cureyîn pê muzîkê dike û xasma cihê cureyên muzîka Botanê di muzîka wî de peyivîn.

 

Wexta mirov li te guhdarî dike, dibihîse ku blues û awazên Botan li hev tên. Ev fikr çawa derket?

A rastî blues û muzîka Kurdî jixwe gihiştibûn hev. Ciwan Haco di albumên xwe yên bi navê Sî û Sê Gûle û Bilûra Min de formên bluesê bi kar anîbûn. Di demeke nêz de Ercan Bîngol albumeke gelek xweş a blues bi Kurdî bi navê ‘‘Ron’’ pêşkêşî me kir. Tişta min kirî, min blues û Botan gihandin hev.

Blues, esas muzîkeke Efrîkayî ye. Muzîka raperîn û xemgîniya wan koleyên Efrîkayî ye yên ku di dawiya sedsala 19´ê de li zeviyên Emerîkayê dişixulîn. Di stranên wan yên li ser şixul de di nav karê wan û muzîkê de li hev hatinek hebû. Hûn dikarin rewşeke wekî vê di nav çanda Şirnexê ya Genim Dirûnê de jî bibînin. Bi dehan paleyên li cem hevdu rêzbûyî bi hev re stranên Şirnexê yên kevn dibêjin û genimî didirûn. Dengê dasikan jî ji wan re dibe rîtmek xwezayî. Şibihîna ruhî ya van herdu çandan û evîna min a ji bo herdu muzîkan berê min da ber bi sentezekê ve. Di encamê de jî ‘‘Blues in Botan’’ derket holê.

Tişta ruhê min dixwest blues bû. Li ser gîtarê gerîna li pentatonîkên bluesê kêfeke bêterîf e.

Blues û Reggae muzîka raperînê û xemgîniyê ne, lê paşê ketin di bin yekdestiya çîneke eşkere de...

Kaniya pereyan ji çînen serdest re ne girîng e, hemû kaniyên pere tînin ji bo wan girîng in. Muzîka wan koleyên reşî yên di zemanê xwe de da ku nekaribin muzîkê bikin, înstrumentên wan ji destên wan hatî derxistin di nav civakê de ji xwe re cihek girîng girt. Piştre serdestan ew jî têkilî bazara xwe kirin. Ew muzîk di cih de di nofên wan ên wurşedar de, li wan restauranên bi tenê kesên zengîn dikarin biçinê, di seansên wan yên seksê de hat lêxistin.

Diltengî û xemgînî û raperîna te çî ye? Bandora wan li guhdarên te çî ye?

Neyeksaniya civakî, ev şerên bixwîn, pevçûnên şexsî, cûre kirina mirovan a li ser têgînên bûjenî, bêedaletî, qirqirina çandî ya bi bajarbûnê re, tenêtiya di nav geremolê de û çend tiştên min ne hejmartî, dibin sedemên raperînên min. Ev rewşên he hemû dibin mijarên stranên ku dinivîsim. Ez bawer im ev ne bi tenê min, guhdaran jî aciz dikin. Li gorî min nêzîkaya wan ya strana min a bi navê Xelînê de ez behsê dikim, sedema aciziyên men ên hevpar in.

Çima bêhtir devera Şirnexê?

Stranek tazî be dibe ku li terzekî ya muzîkê neyê, lê belê hûn dikarin bi hûnera xwe lê bînin. Stranên herêma min ji bo senteza Blues-Botanê lêhatî ne, lê belê sedema min ne ev e.

Heger hûn ji min bipirsin muzîka rojavayî bingeha herî baş da ye me. Lê ev nayê wê maneyê, stran ji eslê xwe jî dûr, bi temamî bi qirika rojavayî bê strîn. Ya baş ew e mirov eslê xwe li bingehê bike. Ji ber vê yekê bingeha ez bi kar tînim her çibe jî wexta ez distrim û trafîka awazê çêdikim, ez bêhtir ji çanda xwe mînakê digirim. A rastî çanda muzîka Botanê, nexasim jî meqamê payîzokan, ji muzîka blues bêhtir tevlîhev e û estetîktir e.

Tu berhemên xwe li gorî çi dibijêrî?

Li gorî nêzîkayiya wê ya forma ku îcra dikim, estetîzma di nav trafîka muzîka wê de, çiqas dikarim înstrumantal tije bikim û ya girîngtir jî çiqas têsîrê li ruhê min dike.

Heta niha min 7 stranên gotin û muzîka wan a min, weşandine. A rastî gelek xebatên min ên heta niha min ne weşandî jî hene. Hinek ji wan min ji bo albumê hilanî ne.

Cihê ez stranên xwe dinivîsim li gorî mijara stranê jî tê guhertin. Carinan siwargerek, carna cihekî geremol, carinan westaniyek, carinan qehwexaneyeke mirovên kal tê de rûniştî û ji xwe re damê dilîzin.

Strana Qêrîn jî çîroka hemû jinên hatîn qetilkirin e.

Di Bêrîte de te bi terza Reggae sê stran kom kirine. Doma wê, wê hebe?

Dîwana dengbêjan tê avakirin, didu kom dirûnin li pêşberê hevdu û bi hev re kilama distrin. Van klaman li hev dizivirînin. Komek dest pê dike wexta beşa xwe gotî ya din jî wê beşê lê vedigerîne. Di çanda Botan de ji vê re dibêjin, ‘‘Bêrîte’’. Min jî ji hevalekî xwe yê muzîkjen re fikra ´strîna 3 klamên herêma Şirnex-Botan, di terza Reggae de’ parve kir. Kêfa wî jî ji vê fikrê re hat û me qeydek bêwurşe kir. Reggae’n Botan xebatek bû ku min nexwest bimîne di dilê min de. Pêşdetir xebateke wisa her wê hebe. Lê vê carê ez ê giraniya xwe bidim stranên gotin û muzîkên wan aîdî min.

Tu li çend înstrumanan dixî? gelo xebatên te yên albûmê hene?

Têra xwe, qederê 14an. Înstrumana min a sereke gîtar e.

Ked tiştek pîroz e.

Xebata min a albumê heye belê. Ji bo albuma xwe min 8 stran çêkirin. Gotin û muzîkên hemûyan aîdî min in. Lê mixabin ji ber bêderfetiyên aborî min hê nekariye ez xilas bikim. Heger ez sponsorekê bibînim yan jî derfetên min ên aborî têrê bikin, ez ê di demeke kurt de xilas bikim û bigihînim guhdaran.

 
 

Di nava şerî da hat dinê

Ferît Sevîm wi sa behsa xwe dike: “Wekî gelek Kurdan, di çilê zivistanê de wexta berf hê jî li erdê li Şirnexê hatim dinê. Wê sala Xwedê ez dayîm, li Şirnexê şer hebû. Hê ez zarokekî 5 salî, min navê hemû wesayîtên leşkerî dizanî. Hê jî mirov dimirin. Carna te digot qey disekinin, paşê dijwartir didomî. Kalên me her roj dua dikirin, digotin hema bila nifşek bê dengê çekan mezin bibe. Qet çênebû…

Welatê min Şirnex xizîneyeke çandê ye. Mirov qet nikare jê biqete. Ez di nav vê çandê de pijiyam. Malbata min jiyînereke çanda dengbêjiya Botanê ye. Ez hê zarokek li ber şîr, di dîwanên dengbêjan de bi dengê awazan mezin bûm. Heger heta niha we guh nedabe payîzokên Şirnexê, we gelek tişt winda kirine.  Şansa min a herî mezin a di vê jiyanê de ew e, ez zarokê vê malbatê me. Dêya min û bavê min gelek tişt dan nîşa min û hê jî min fêr dikin. Beşa endezyariya qûtê dixwînim. Di sala min a yêkê de qezayek hat serê min. Li ser rê tirimpêlekê li min da, çend mehan mam li ber minet. Ji ber wê yekê zaningeh jî dirêj bû, îsal xilas dibe. Piştre pîlana min a lîsansa bilind û doktorayê heye. Armanca min a akademîsyeniyê heye. Ji bilî wê muzîk her dem wê di dilê min de xwedî cihekî girîng be.