
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mîralay Telal Silo têkildarî Hemleya Xezeba Firatê û pêşketinên hatine bidestxistin ji ANHA re axivî. Têkildarî rêveçûna pêngavê de Silo got: ʺHemleya Xezeba Firatê li gorî pîlana me jê re danîbû dimeşe. Gelek serkeftin hatine bidestxistin. Hemû pîlanên ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê danîne pêk tên û hemle li gorî pîlanan serdikeve. Em dikarin bêjin ku pêşketina hêzên me û rizgarkirina gundan gelekî baş dimeşe. Dibe ku hinekî rewşa hewayê di rojên dawî de bandor li pêşveçûna şervanên me kiribe, lê hêzên me ranewetstiyan. Hêzên me hîn jî pêşveçûna xwe didomîninʺ.
Armanc tenk kirina dorpêçê ye
Telal Silo di berdewama axaftina xwe de got ku hêzên wan ji sê aliyan ve pêş ve diçin û ev agahî dan: ʺHêzên me ji sê aliyan ve pêş ve diçin. Ji aliuyê bakur, rojhilat û rojava re dimeşe. Armanca vê hemelyiê ew ku em çemberê li çeteyên DAIŞʹê teng bikin. BI vê yekê jî Reqa bi temamî bê dorpêçkirin. Gava herî girîng ji vê hemeliyê de ew e baskên Bîr Hibe û mekmen gihitşin hev. Bi vê yekê gelek gund ketin çemberê, rizgarkirina wan gundan hîn jî didome.ʺ
Pişgiriya gel û balkêş
Silo daz zanîn ku beşarbûna şervanên Melcîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di qonaxw Pêngava Seymîn de gaveke stratejîk bû û wiha domkir: ʺLi gorî pîlana hatiye danîn, ji bo ku Reqa bi temamî bikeva çemberê divê hin gundên Dêra Zorê jî werin rizgarkirin. Di vê yekê de rola Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê di rizgarkirina van gundan de gelekî ber balkêş bû.″
Hêza bingehîn şêniyên herêmê ne
Li ser hêzên ku beşdarî hemleyê bûne Silo got ku piraniya hêzên beşdarî hemleyê bûne ji şêniyên herêmê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺPiraniya hêzên beşdarî hemeleyê bûne ji şêniyên herêmê ne. Beşdarbûna tuga û tabûrên bakur hebûn, di heman demê de 6 hezar şervan ji şêniyên herêmê ku tevlî QSDʹê bûne û ji aliyê fermandarên me û hin fermdarên Koalîsyona Navdewetlî ya li dijî DAIŞʹê ve hatin perwedekirin, beşdarî hemleyê bûn.Tişta herî balklêş hemû pêkhateyên herêmê ji kurd, ereb û suryanî cihê xwe di hemeleyê de digirin.″
Derewa Kombûna Bakûr û Mexawîr El-Cezîre
Silo li ser îdayên hin koman ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqa bûne deriwan û wiha pê de çû: ʺHin komên ku ne di bin sîwana QSDʹê de ne îdaa kirin ku ew jî cihê xwe di hemeleya Xezeba Firatê de digirin. Ew îda ji rastiyê dûr in. Ev şanoyeke ne raste. Dîmena ku li ser malperên civakî hatin belavkirin, ne rastin. Ew şanoyeke. Tu hebûna Kombûna Bakur, an jî Mexawîr El-Cezîrê di nava QSDʹê de nîne.Tu hebûna wan di nava Hemeleya Xezeba Firatê de jî nîne. Em tekez dibêjin ku komên girêdayî rêjîmê di nava hêzên me de nîne. Pirojeya me netewî û demorkatîk e. em rê nadin k utu komên derveyî QSDʹê beşdarî hemleyê bibin.ʺ
'Derewan dikinʹ
Silo destnîşan kir ku ew derdorên wan îdayan derdixin dixwazin serkeftinên hêzên QSDʹê bi dest xistine bikin ê xwe û wiha dom kir: ʺEv aliyên behsa mijarê di nava hewldanan de ne ku serkeftinên hêzên me bikin ê xwe. Ew li gorî berjewendiyên dewletê dijber wekî Tirkiêy kar dikin. Her wiha hin alî ji wan pêxwasên rêjîmê ne. Ev ne tiştekî nûye. Di hemeleyên me yên Şedadê û Holê de jî gelek îda hatin kirin.ʺ
ʹŞêniyên herêmê pişgiriya me dikinʹ
Silo da zanîn ku şêniyên herêmê piştgiriya me dikin û wiha dom kir: ʺDaxuyaniyên piştigiriyê ku ji eşîre û êlên herêmê derdikevin, diyar in. Şêniyên herêmê pişgiriya hêzên me QSDʹê dikin. Welatiyên wan herêmên bi germahî pêşwaziya şervanên me dikin. Ev nerîn piştî rizgarkirina herêmê pêk hat. Em herêmê ji zulim û zordariya DIAŞʹê rizgar dikin. Armanca me ji vê yekê ew e ku gelê me azad jiyan bike.ʺ
Berdevkê Fermî yê QSDʹê Mîralay Telal Silo di dawiya axafitna xwe de berxwedana şervanan ku di çeperên şer de cih digirin silav kir û bang li şêniyên herêmên têne rizgarkirin ku tevlî hêzên QSDʹê bibin û bibin beşek sereke ji çalakiyên rizgarkirina herêmê.ʺ
SILAVA ÎBRAHÎM / DILŞAD CÛDÎ / ANHA / HESEKÊ