Bob Dylanê bi hemû cîhanê re pê hesiya ku hêjayî xelata Nobelê ya 2016’an hatiye dîtin, piştî pênc mehan qebûl kir ku xelatê bigire. Hunermend ji bo xelatê bigire wê di vê hefteyê de berê xwe bide Swêd.

Ev meseleya nestandina xelatê ya Dylanî di Cotmeha 2016’an de dest pê kiribû ku ji ber ‘afirandineke epîk a li kevneşopiya stranan a Emerîkayê zêde kir’, hêjayî xelatê hatibû dîtin, lê wî xelat nedigirt ta heta niha ji nû qebûl kir ku xelatê bistîne. Dylan bi eşkerekirina xwediyên xelatan bi hefteyen li ser mijarê ne tiştek gotibû ne jî bersivek dabû Akademiya Nobelê ya Swêd. Hunermendê 75 salî her çiqas tevlî merasîma di meha Kanûnê de pêkhatî nebû jî, peyamek şiyandibû û gotibû ji ber hêjayî xelatê hatiye dîtin şaşwaz e û gotibû: “Heger kesek ji min re bêjê gelo dibe ku tu xelata nobelê werbigire. Min ê gotibayê ihtimal min a çûyîna heyvê û xelatgirtinê di heman radeyê de ye.” Di wê merasîmê de her çendî Dylan ne amade bû jî hunermend Patti Smith strana wî “A Hard Rain’a A-Gonna Fall” gotibû. Hunermend Dylan ji ber bernameya xwe a konseran wê hefteya bê li Swêd be, lê heta niha diyar ne kiribû ku wê xelatê bigire an nagire. Sekretera Akademiya Nobelê Sara Danius doh da xuyakirin ku wê Akademî û Dylan biçin gel hev. Li gor Danius diyar kiriye wê Dylan xelata xwe bigire lê bi awayekî ji çapemeniyê veşartî. 


 SWÊD