Boksorê Kurd ê ji Dersîmê beriya maçê dabû xuyakirin, ku ew ê kara maddî a ji vê maçê bide malbatên Cizîr, Sûr û Geverî.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, pêşbirka şampiyoniya parzemînan a sikleta navîn hat lidarxistin. Di maça fînalê de Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon. Ozen di 76 kîloyan de şampiyonê Elmanyayê ye jî. Di maça şampiyoniyê ya fînalê de Ozen derket pêşberî hevrikê xwe yê Gurcistanî Ramazi Gogichashvili.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û gelek Kurdistaniyan li maça Ozen ê Dersîmî temaşe kir. Şampiyonê Elmanya Ozen, li ber dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK” dest bi maçê kir, bi performanseke serketî hevrikê xwe Ramazi Gogichashvili têk bir û bû şampiyon.

Ozen di dema berxwedana Kobanê de tevlî nobeda berxwedanê ya li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bûbû û malzemeyên xwarinê yên ji 20 tonî li Kobanêyiyan belav kiribû. Her wiha dabû xuyakirin, ku ew ê beşeke mezin a hatina darayê ya ji Şampiyoniya Ewropayê bi dest xistiye, bide zarokên Kobanê. Ozen vê carê dabû xuyakirin ku ew ê hatina maddî ya vê maça Şampiyoniya Parzemînan bide malbatên Cizîr, Sûr û Geverî. 


 HAMBURG