Li herêma Idlibê ya Sûriyeyê, dema ku dewriyeya Rûs û Tirkan derbas bû, teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Teqîn li ser rêya M4 pêk hat. Di encamê de 2 eskerên Artêşa Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Tê gotin, 3 eskerên Rûs jî birîndar bûn. Herêma Îdlîbê di bin dagirkeriya Heyet Tahrîr El Şam a El Nusrayê de ye. Dewleta Tirk û Rûsya di çarçoveya peymanên di 2019 û Adara 2020’an de li herêmê dewriye digerin. Di 16’ê Hezîranê de jî dema dewriya Rûs û Tirk li ser rêya M4 derbas dibû, teqînek pêk hatibû, wesayîta zirxî ya Rûs xisar dîtibû. Di Kanûna 2019’an de jî ji ber teqîna bombeyeke li kêleka rê, 3 leşkerên Rûs bi sivikî birîndar bûn. Piştî teqînê bi kêmanî Rûsan 20 nuqteyên çeteyan bombebaran kir. NAVENDA NÛÇEYAN