Hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê, duh dîsa ji bajarokên Nibil û Zehra û ji balafirgeha leşkerî Minixê  bi topan êrîşî gundê Ziyaret ê girêdayî Şêrawa kirin. Her wiha balafirên şer jî gund bombebaran kirin. Di encama êrîşên ku saed di 11.00’an de destpêkirin de, 3 kesên bi navê  Ebdo Mistefa Kuse (62), mehemed Şeban Oso (22) û Enwer Yusif (33) jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de gelek welatî jî birîndar bûn.

Kesên birîndar rakirin nexweşxenayên gerok ên ji bo rewşên lezgîn hatine avakirin û nexweşxaneya Avrîn a Efrînê. Hate ragihandin ku topbarana li hemberî gund didome, û balefirên şer jî li ser gund digerin.
Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihadin ku balefirên şer bajaroka Dêr Cemal a girêdayî Ezazê jî bombebaran kiriye.  Hêzên rejîmê 2 roj beriya niha jî, ji bajarokên Nibil û Zehra gundên Ziyaret û Gundê Mezin topbaran kiribûn û di encamê de zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest dabû, 9 kes jî birîndar bibûn. 

ANHA/EFRÎN