Bi beşdariya dehan welatiyên Kurd ên li Libnanê, Seroka Navenda Çandî û Civakî ya Newroz a li peytexta Libnan Beyrûtê Henan Osman hunermend Nîhad El-Turk ji bo rola wî pênasekirina têkoşîna gelê Kurd û berhemên wî yên çandî û hunerî xelat kir û spasnameyek pêşkêşî wî kir.
Nîhad El-Turk jî derbarê tecrûbeya xwe ya bi salan de got: “Li pêşiya vîn û hewldanên mirov tu caran tiştekî ne gengaz tuneye. Eger mirov bixwaze di riya têkoşînê ya ji bo dozên tevahiya mirovahiyê de derbas bibe, wê biser bikeve.”
Hunermend Nîhad El-Turk tabloyeke ku xêz kiribû wekî diyarî pêşkêşî navendê kir.
ANHA/BEYRÛT