Rojnameger Ragıp Duran, der barê helwesta çapemeniyê ya li hemberî rastiya geşedanan û hikûmeta AKP'ê nixnadin kir. Rojnameger Duran, ani ziman ku piştî Serokwezîr Erdogan bi gerînende û midûrên çapemeniyê re civîna ayarê pêk anî, saziyên çapemeniya tirk bêtir bi hikûmeta AKP'ê ve hatin girêdan û bêtir li gorî ferman û daxwaaz hikûmetê tev digerin. Duran, anî ziman ku medya li ser fermana Serokwezîr tev digere û ji aliyê Serokwezîr ve tê arastekirin. Duran, destnîşan kir ku ev ferman her ku diçe zêde dibe û çeperê azadiya çapemenî û rojnamegeriyê teng dike. Duran, bilêv kir ku bi taybetî piştî civînên bi Serokwezîr re tên kirin polîtîtkayên weşanê yên çapemeniyê tên guhertin. Dûran, da zanîn ku Serokwezîr Erdogan di civîna dizî û siyasî de bi fermanenê rêbaza manifestoya pîşeyî rewa kir. Duran, destnîşan kir ku revandina ferîbotê, çalakiya çekdarî ya Qesra Topkapi, 2 erdhejên Wane de helwesta medya ya li aliyê hikûmetê aşkeretir bû. Duran, destnîşan kir ku medya daxuyaniyên fermî yên tije nakok bêyî lêkolîn bike û biparzinine, wekî çavkaniyê da û aliyê pişt perdê bi raya giştî re parve nekir. Duran, bal kişan ser erdhja Wanê û wiha got: "Medya tenê propaganda kir, aliye mexdûriyeta welatiyan nedît. Pirsgirêkên welatiyan nedît.
Duran, bilev kir ku li Tirkiyeyê medya der barê pirsgirêka Kurd de raste rast bi dewletê ve girêdayi ye û her tim li şûna rastiyê dewletê ersas digire. Duran, destnîşan kir ku medya agahiyên ku ji aliyê polîsan ve tê pêşkêşkirin bêyî lêkolîn bike û rastiya wê bibîne raste rast pêşkêş dike kû ev ji li dervê sindê medyayê ye. Li Tirkiyeyê çapemenî ne bêalî û serbixwe ye. Medya ji aliyê hêzên serdest ve tên arastekirin.
Duran, da zanîn ku çapemeniya alîgir bi girtina Prof. Dr. Buşra Ersanli û Ragıp Zarakolu rastî negot û ket nava tengasiyan û wiha berdewam kir: "Bêyî ku lêkolîn bike û pirs bike raste rast daxuyaniya Wezîrên Karên Hundir da. Di nava ji sedî 90'ê medya tirk a serdest de ji sedî 50'ê ji destê îxtîdara siyasî de ye. Medya alîgir ne wekî rojnameger wekî karmendên îxtidara siyasî ên bi meaş-bonus dixebitin. Ger ku wisa tev negerin dê karê wan ji destê wan derkeve.”
Duran, bilêv kir ku ji bo zanibe ku medya li Tirkiyeyê bi kuve diçe zanibin divê li salên 1917'an ên alîgirê Çarlikê û salên 1949'an a îştîdara Çînê binerin.
ENQERE