Cenazeyê endamê HPG’ê Murat Boral (Dilşad Berxwedan) ê ku li çoltera gundê Oremarê ya Geverê di pevçûnê de bi hevalekî xwe re jiyana xwe ji dest da, piştnî ji Nexweşxaneya Zanîngeha Înonuyê ya Meletiyê hate wergirtin û li Êlihê jiu aliyê hezaran kesan ve hate deafinkirin. Cenaze di serî de di ketina Êlihê de ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.
Di merasimê de endam û reveberên BDP’ê Wekîşê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, endam û rêveberên MEYA-DER û saziyên sivîl ên civakî jî heye bi hezaran kes amade bûn. Girsê piştî cenaze pêşwazîkir, li Mizgefta Yavuz Selîm şuştin. Girsê demek dirêj cenaze li mizgeftê hiştin û malbatê li cenaze nerî. Balkêş ku du dema cenaze hate şuştin, şopa guleyan li ser cenaze nehat dîtin. Her wiha wec u ruyê Boral hemû reş û şîn bibû û ev yek gumana ku Boral bi çekên kîmyevî hatiye kuştin anî hiş û aqilan. Girsê piştî vecîbeyên olî bi meşek girseyî darbesta cenazeyê Murat Burol birin goristana gundê Tilmizê ku 3 kîlometre dûri Êlihê ye defin kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşemyên „şehît namirin“, „PKK gel e, gel li vir e“ û „Bijî Serok Apo“ berz kirin. Her wiha di meşê de alên PKK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin. Disa posterên endamên HPG’ê Kiwurmerz Alayar (Dilbirin Kazi) û Murat Boral (Dilşad Berxwedan) vekirin. Girsê li ser gorê rêz girt û sirûra „Çerxa Şoreşê“ xwendin. Heta ku cenaze hate şuştin û bi girseyi gihiştin ser goristanê şev bu nîvê şevê.
Piştî definkirinê Hevserokê BDP’a Êlihê Şehmus Aslan, diyar kir ku êdî naxwazin cenazeyan pêşwazî bikin û ji bo eparsyon bi dawî bibin jî divê dewlet gavan bavêje. Aslan, anî ziman ku tu carî dewletê gavên çareseriyê neavêtiye û wiha got: „Em dê heta dawîli şehîdê xwe xwedî derkevin. Em dê heta dawî têkoşîna wan bilind bikin. Divê ev operasyon û pevçûn bi dawî bibin.

Aslan, xwest ku dawî li kuştinan bê. Pişt re girsê konê şînê yê li kolana Musa Anter a taxa Fatîhê ziyaret kir.

DÎHA/ÊLIH