Wênegirê Kanadayî Joey L. di heman demê de derhînerê filman ta rastî belgefilman e. Ji bilî karên serketî yên ji bo şirketan ku di nava van de kovara navdar National Geography jî hebû, Joey L. bi xwe şexsî dest bi gera li welatan dike: Ji erdên pîroz ên Varanasê heta bi Kurdistanê diçe. Rêze wêneyên wî yên bi navê Zilamên Pîrz hîna dawî lê nehatiye. Joey L. weke yek ji wênegirên herê bi tesîr ê medya civakî tê qebûlkirin.
Wî herî dawî li Başûrê Kurdstanê portreyên gerîlayên PKK´ê girtibûn û ev weşandibûn ku weke ji serketîtirîn karê wî yê wênegiriyê tê nasîn. Joey L. niha bi xwe da zanîn ku ew li ser şerê Kurdên li Rojava û yê PKK´ê li dijî DAIŞ´ê ji Şengalê heta bi Reqayê weke belege film wê îro biweşîne. Navê vê belgefilmê “Born from urgency/Ji neçariyê peyde bû” ye.
NAVENDA NÛÇEYAN