Bosna-Hersekê hejmarek çeteyên xwe yên çûbûne Sûriyeyê û ketibûn nava DAIŞê tevî malbatên wan ji Sûrî bir.
Li gorî Wezareta Ewlekariyê ya Bosna-Hersekê, tevî 7 çeteyên ku jê guman hene tevlî ‘rêxistinên terorîst’ bûne 25 kes pêr anîn welatê wan.
Ji kampên li Sûrî tevî 12 zarok û 6 jinan çete anîn paytext Saraybosnayê.
Tê texmînkirin ku hejmara kesên di navbera salên 2012 û 2016’an de ji Bosna-Hersekê ji bo tevlî DAÎŞ‘ê û rêxistinên din ên çete bibin çûn Sûrî û Iraqê derdora 300 kesî ye. Nîvê wan jî mêr ên bi temen in û derdora 80 kes jî zarok in.
Li gorî texmînan 100 ji kesên tevlî DAÎŞ’ê bûn hatin kuştin û nêzî 50 jî vegeriyan Bosna-Hersekê.
SARAYBOSNA