Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê re ava bû û her diçe ev enî kar û çalakiyên xwe dewlemendtir dike. Di nava eniyê de çalakvanên medenî, siyasetmedar, akademîsyen, welatî, nûnerên hêzên siyasî û hwd cih digirin.

Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bi lidarxistina xwepêşandanan û destpêkirina kampanyayên alîkariyê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê tevî çalakiyên xwe yên din, biryar da ji bo berfirehkirina boykotê, her endamek eniyê spotên ji bo boykotkirina malê Tirkî yên bi dîmen bikişînin, bi ragihandinan re parve bikin û li ser hesabên xwe yên medya covakî biweşînin.

Wê eniyê bi vê jî bi sînor nemîne, ji bo rakirina dorpêça li ser kampa Mexmûrê, derxistina hêzên Tirk ji Başûr, ji bo qada hewayî ya Rojava ji firîna balafirên Tirk  qedexe bibe û vekirina dêriyê Sêmalka jî bixebite.

Kelarî malê Tirkî nakirin

Li navçeya Kelar a Germiyanê yek ji bazarên mezin ku weke Erzan Bazar tê naskirin dest bi boykotkirina malê Tirkî kir û biryar da ku êdî malê Tirkî neyîne.

Xwediyê bazarê Aso Endan got, “Di destpêka pêngava boykotkirinê de, ziyanek mezin gihîşte min. Ew berhemên ku di nava dikana min de ne û marka wan Tirkiye, nêzî hefteyekê êdî xelk nakirin. Lewma min jî biryar da ku malê  Tirkî boykot bikim.”

Kerkûkî: Em dikarin şerê aborî bikin

Welatiyên Kurd ên Kerkûkê boykotkirina malê Tirkî didomînin û bazirganekî jî peymanên xwe hemû bi Tirkî re betal kirin. Welatî boykotkirina malê Tirkî wek têkoşîn û bersivek baş li dijî dewleta Tirk bi nav dikin.

Têkildarî boykotkirina malê Tirkî Bêstûn Celîl ku hem mamostaye û hem jî karên dest dike got; “Ji sedî sed tevlî boykota malê Tirkî dibim, dibînim li hinek mol û marketan nivîsandine me malê Tirkî nine.”

Mijara boykotê li nava Kerkûkê mijarek germe, her ku diçe jî jimara kesên beşdarî boykotê dibin zêdetir dibin. Lê ji ber ewlehî û rewşa hestiyar a Kerkûkê kesên ku bikarin ji çapemeniyê re biaxivin jimara wan kême. Şêx Ehmed yek ji wan kesane ku karê firotina kelûpelên nava malan dike. Şêx Ehmed jî tevlî vê boykotê bûye û girêbestên xwe bi Tirkiyê re betal kirine.

 

KERKÛK/SILÊMANÎ/KELAR

 
 

Boykot çi ye, û boykotnekirin çi ye?

Parlementerê PDK´ê Hêvîdar Ehmed jî li ser boykotkirina malên Tirkî nerehet bûbû û nerazîbûna xwe nîşandabû û gotibû, “Ma em malên Tirkan nekirin em ê çi bixwin.” Li ser vê yekê, nivîskar û helbestnûs Ferhad Pîrbal jî bersiv dabûyê û gotibû, “gûyê Kurdan bixwe” Berî bi demekê peyayên PDKê li nava sûkê bi qûndaxên demançeyan lê dabûn û ew birîndar kiribûn.