Koma Boykotê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî Dagirkeriya Tirk bi armanca boykotkirina mal û kelûpelên Tirkî li ser tevna civakî berî niha bi çend hefteyan hat ragihandin, her çû piştgiriya pê re xurt bû û niha li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê zêdetirî 300 endamên wê hene.

Yek ji endamên komê Serdar Ehmed têkildarî komê û armanca wê ji Rojnews re axivî û got: “Ev kom her çi qasî bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dest bi kar û xebatê kir jî bi piştgiriya gel û kesên hestên neteweyî di wan de zindî ne heta niha bi awayekî baş pêş dikeve. Her wiha gelek welatî jî bi biryara xwe tevlî boykotê bûne.”

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ