Pêngava boykotkirina malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe. Rêveberiya Giştî ya Çap û Belavkirinan di warê rêzefilmên Tirkiyeyê de televîzyon hişyar kirin.

w Kurdistanî weke alternatîf li ser mijara berhemên xwemalî ketine nava keftûleftê û xelkê Kerkûkê jî boykotkirinê weke çeka herî bi bandor dibîne.

Rêveberiya giştî ya Çap û Belavkirinan, qenalên televziyonê yên ku niha rêzefilmên Tirkî diweşînin hişyar kir û da zanîn; “Ger ew qenalên televziyonê weşandina rêzefilmên bê armanc û Tirkî di berçavan re derbaz nekin, em neçarin helwestek nîşan bidin û bi rêya lijneyê lêkolînê bi wan re bikin.”

Pêngava rêveberiya giştî ya Çap û Belavkirinan ya ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, piştî ku di dema borî de Wezareta Ewqafê bi daxuyaniyek diyarkir ku weşandina rêzefilmên dublajkirî bi taybet rêzefilmên Tirkî, bi çanda civaka Kurdî re naguncê, tê.

Herwiha Wezareta Ewqaf dabû diyarkirin ku rêzefilmên Tirkî sedemê zêdebûna rêjeya jihevcûdabûna malbatê ye. Ji bo vê daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî kiribû da ku weşandina rêzefilman sînordar bike. Lê heya niha komek qenalên televziyonê hîn jî wan rêzefilman diweşîne.

Me diyar kiriye wê çawa bixebitin

Rêveberiya Çap û Belavkirinan ya li Wezareta Rewşenbîrî ya ser bi Hikumeta Herêma Kurdistanê, diyarkir ku piştî daxuyaniya Wezareta Ewqafê ya der barê rêzefilmên Tirkî de, wan agadarnameyek radestî qenalên televziyonê kirine.

Li ser vê mijarê rêveberê giştî yê Çap û Belavkirinan Şêrwan Abdula ji Rojnews re axivî û got; “Berê jî me bi daxuyaniyeke çapemeniyê behsa nivîsa Wezareta Ewqafê kir. Herwiha me pîvanên Wezareta Rewşenbîrî yên derbarê kalîteya ragihandinê ku kar pê tê kirin û binpêkirinan de destnîşankir. Me bi eşkere diyarkir ku pêwîste qenalên televziyonê çawa kar bikin û bernameyên xwe biweşînin. Herwiha me derbarê xeletiyan de jî cezayên bên dayîn agadar kirine.”

 

HEWLÊR

 
 

Birêxistinkirina berhemên xwemalî

Piştî pêngavên boykota malên Tirkî hewildanên ji bo nasandina berhemên xwemalî jî dewam dikin. Bi vê armancê komek ciwanên xwebexş an jî rizadilî li ser tora civakî ya Facebook’ê hesabek bi navê ‘Made in Kurdistan’ (malê Kurdistanê) vekirine. Ciwan li ser vî hesabê taybet kargeh û berhemên xwemalî yên Başûrê Kurdistanê didin nasandin.

Di demek kin de jimarek zêde ya welatiyan bûne şopînerên vê hesabê taybet ku jimara wana gihiştiye nêzî 21 hezar kesî. Ciwan li beramberî reklamên ku li ser hesabê xwe belavdikin pere nastînin. Ji bilî reklamên ji wan re diçin, ciwan bi xwe serdana kargehên navxweyî dikin û berhemên wan didin nasandin.

Yek ji endamên koma ciwanên xwebexş Elî Îbrahîm, têkildarî kar û çalakiyên xwe axivî û got; “Piştî ku welatiyan dest bi boykotkirina malên Tirkî kirin, me pêwîstî pê dît ku ji bo cihê malê Tirkî were girtin berhemê xwemalî bidin nasandin.”

HEWLÊR

 
 

Çeka herî baş boykotkirin e

   

Li Başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirinê ya li dijî malên tirkî didome. Welatiyên bajarê Kerkûkê jî di vî warî de anîn ziman ku boykotkirina malê Tirkî erkek miroviye û divê kes êdî malê Tirkî nefiroşe û nekire. Herwiha gotin, boykotkirin çeka herî baş ya hemberî dijmin e.

Xelkê Kerkûkê li ser vê mijarê axivî. Welatiyê bi navê Yusif Xeyat got, boykotkirina malê Tirkî erkek mirovî ye. Dema welatî tiştek dikirin, êdî dipirsin, ger Tirkî be nakirin.

Rewez Enwer jî got, ji bo ziyaneke mezin bigihê aboriya Tirkiye û ji bo Rojava bibe alîkarî ew êdî malê Tirkî nakire. Li gorî Rewez boykotkirin çeka herî baş ya li dijî Tirkiyeyê ye.

Esnafê bi navê Mihemed Ezîz êdî malê Tirkî li dikana xwe nafiroşe. Ezîz got, ew dixwaze bi boykotkirinê ziyanê bigihîne kompanyayên Tirkiyeyê.

 

KERKÛK