Li qezayên Kifrî û Kelar ên Germiyanê xwepêşandanên mamosta û karmendan doh jî dewam kir. Yek ji mamostayên xwepêşandanên doh yên Kifrî de amade bû, Rêbûra Ezîz got; “Îro xwepêşandan û boykota mamostayan ji rojên pêştir cudatir bû. Hejmara mamosta û karmendên îro di xwepêşandanê de amade bûn, ji rojên pêştir zêdetir bû. Her wiha xwandekar jî bi armanca piştgiriya bi mamostayan re, tevlî xwepêşandanê bûn.”



Qeymakam jî tevlî  bû

Ezîz destnîşan kir gelek mamoste doh deriyên dibistanên xwe venekirin û tevlî xwepêşandanê sibê bûn. 

Her wiha li qezaya Kelar a Germiyan xwepêşandana mamostan û karmendan dewam kir. Qeymeqamê Kelar jî tevlî xwepêşandana îro ya li Kelarê bû. 
Mamostayek din ê xwepêşandêr Sîrwan Hesen ji bo RojNews wiha got; “Xwepêşandanên mamostayan berdewam dike. Her roja diçe xwepêşandanên me berfireh dibe. Di xwepêşandana îro ya mamostayan de çend peyamên piştgiriya bi çalakiyên mamostayan re hatin xwendin. Her wiha mamostan carek din daxwaz û armanca çalakiyên xwe ragihandin.” Der barê tevlîbûna qeymeqamê Kelarê ya xwepêşandanê de jî Hesen wiha axivî; “Qeymeqam piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên mamosta û karmendan anî ser ziman.”


 NAVENDA NÛÇEYAN