Kemal Raûf diyar kir got; “Me hedef kir ku li Başûrê Kurdistanê pêngavek ji bo piştgiriya berxwedana gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, destpê bikin. Em ê bi kampanyaya xwe hem berxwedana Bakurê Kurdistanê destek bikin, hem jî dorpêça dewleta Tirk li navçe û bajarên Kurdistanê daye destpêkirin protesto bikin û kelûpelên Tirkî boykot bikin. Ev kampanyaya me wê li gelek navçe û bajarên Kurdistanê bi çêkirina komisiyonan berdewam bike. Wê yekem pêngava kampanyaya me boykotkirina kelûpelên Tirkî be. Ger dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê êrîş û komkujiyên xwe berdewam bike û hewldanên şikandina îradeya gelê Kurd dewam bike, wê pêngava duyemîn a kampanyaya me derxistina şîrketên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê be.”

Raûf diyar kir ku ew ji hemû gel, hikûmet û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê destekê hêvî dikin û wiha got; “Divê li hemberî van komkujiyan ne hikûmet, ne partiyên siyasî û pêkhateyên civaka sivîl bêdeng nebin. ”



KAROX REWANDUZ/ROJNEWS/SILÊMANÎ