Tecrîda li ser BIrêz Ocalan di sala duyemîn de jî bi dijwarî berdewam dike. Şerê li dijî Tecrîdê jî li hundir û derve b jî bi dijwarîû berdewam dike.
Ziman, ji bo civakan nirx, xislet û pîvanên netewbûnê ye. Bingeha pêşketina civakê û dîroka wê civakê ye. Bi vê mebestê weke bingeha nasnameya neteweyî, hişmendiya welatî, di pêşketina, civak, siyaseta gel û welat de, amûrê bingehîn tê binavkirin.
Zimanê zikmakî jî, ligel dayikê, zimanê cografya û zimanê hevbeş e. Bi vê pîvanê dive em jî zimanê zikmakî di vê çarçovê de bikarbînin û li gorî civaka demokratîk bi nav bikin. Ji ber ku zimanê fermî nabe zimanê dayikê-zikmakî. Fermiyet eger ne di çarçoveya demokratîk de û di çarçoveya wekhevî û mafan de werê bikaranîn, hingî dibe tara bêjingê.
Tara bêjingê jî, yek netew, yek ziman, yek al, yek ol, yek dewletê diafirîne.
Ev jî bingeha faşîzmê û nijadperestiya hişk û dijwar e, mînaka wê jî Tirkiyeyê ye. Di sembola serokkomartiya Tirkiyeyê de stêrkên dewletên Tirkî (!) hene. Lê, Amerîka 50 stêrkên eyelatên xwe li ser ala xwe danîne. Ev jî cûdatiya demokrasiyê nîşan dide. Tirk, bi heyv û stêrka ku temenê wê 80 sal in, ezman jî Xweda jî dikine malê xwe û dikine koleyê Tirkîtiyê.
Ev dewleta ucubet, ku îro ketiye nava tengasiyên mezin, car din partî, sazî, komisyon, hinek kes û derdor kirin nava hewldanan û ha ha bangên agirbestê dide kirin.
Ya rastî mirov naxwaze ku agir li welatê mirov hebe û hemwelatiyên mirov, bav, dayik, ap, kur, keç, pismam û dotmamên mirov werin kuştin. Gundên mirov werin şewitandin.
Dewleta Tirk, li Şemzînanê, bi hejmarek zêdetir ji 5 hezar eskeran operasyon daye dest pê kirin, orgeneral operasyonê dimeşînin. Operasyona ku bi zêdetir ji 5 hezar eskeran, bi top, tankan, bi hêzên hewayî, helicopter û F 16’an ve têne destek kirin û bê rawestandin herêmê bombardiman dikin.. Ev herêm zozan in û cihê çêriya sewalê niştecihên heremê ne. Lê Artêşa Tirk a dagirker herêmê dikuj, yanî cografya Kurdistanê dikuje û dixwaze jiyanê bikuje. Dema ku jiyan hate kuştin, mirov mecburî koçberiyê dibin û qirkirina cografîk dest pê dike. Ev qirkirina cografîk bi, erd, hewa, avê, qut, xweza, mirovan û heywanan ve girêdayî ye. Qirkirina herî hovane ye, tunekirinek pirhêlî ye, ne biqasî “nagazakî” be jî, heta demeke dirêj, wê zozan, deşt û newalên xaka Kurdistanê ji bûyîn û HEYYa afirgeriyê qut dike. Ev “kufr”e!...
Ev komisyon, komên diyalogê, maseyên krîzê û partiyên weke CHP li dijî vê qirkirina “nagasakîst” dengê xwe bilind nakin. Di vê dema ku kimya bedena AKP û dewleta Tirk xerab bûye, hinek rapor, hinek pakêt jî hatin amade kirin, komisyon hatin avakirin. Balkêş e, kesên ku raporan amade dikin, çavkanî û referansên xwe, ji kesên dewşirme, ji kesên “maqbulê” dewletê û bi hevsarê îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê hatine lixab kirin dibijêrin. Ev jî manîdar e.
Ev jî dide xuya kirin ku armanca wan ne çareserî ye, miştixulandin û mijul kirin e. Yan jî xapandin e. Ev kes û derdor baş dizanin ku, “maqbulên dewletê”, alîgirên dewletê ne û aîdiyeta wan ne ya gelê Kurd nine; xwedî nexweşiyek kronîk ya dijminatiya PKK û Ocalan in. Ev jî bextreşiyek wek birîna mumarî ye. Armanca wan jî ne pirgsirêka Kurd e, tefsiye kirina PKK’ê ye. Dixwazin car din egzotîzma Kurdîtiyê bijîn. Egzotîzma bê glee Kurd û bê azaidya gelê Kurd, rûreşî ye û “edebiyata felzekê”ye. Gelê krud êdî van siyasetan red dike. Lewam ew nikarin îradeya gelê Kurd temsîl bikin, ew nikarin li ser nave gelê Kurd biaxivin. Gelê Kurd îradeya xwe çend caran û bi çend cureyan kifş kiriye. Êdî divê ku ew kes û derdor vê rastiyê bibînin û li hemberî gelê Kurd, bi dilsozî û birêzî tevbigerin.
Ev komisyon, komên krîzê û partiyên siyasî tecrîda ku di sala duyemîn de, li dijî birêz Abdullah Ocalan berdewam dike nabînîn. Tecrîd rûreşiya mirovahiyê û rûreşiya hquuq û edaleta dewleta Tirk e, hovîtiya rejîma Tirkiyê ye. 8 hezar siyasetmedar, şaredar, rojnamevan, parêzer, zarok û jin jî di nav de hene û bi kina siyasî hatine girtin, nabînin.
Ev kes û derdor, bi devê desthilatdariya AKP’ê diaxivin û pirsgirêka Kurd û PKK’ê ji hev cuda dikin. Lê ew nizanin ku gelê Kurd, 40 sal in PKK’ê xwedî dike, di aliyê eskerî, aborî, civakî, psîkolojîk û hwd.ligel berdêlên giran destek dike.
Divê her kes zanibe ku, gerilayên Kurd ligel dayik bavên xwe, ligel gelê xwe şirîn û pîroz in. Di romana “Geliyê Xwînê” de, gerîla keç, bi gel re diaxive û dibêje “em jî şêrînên dayik û bavê xwe bûn, em jî delalê dayik û bavê xwe bûn, lê nijadperestiya Komara Tirkiyeyê derfetên şahbûn û şanaziya wê şêrînîyê neda me, neda dayik û bavên me.” Bi vê mebestê, dive gelê Kurd teva gelê Elkê, weke mînak bigire û çûna wan ya serê Çiyayê Kato ûxwedî derketina li cenazeyên gerîla silav bike. Ew kes û derdorên korûkerrende, gotina PKK, cuda pirsgirêka Kurd cûda jî, vê welatparêziya dîrokî ya gelê Elkê rast bixwînin.
Ev kes û derdor pêwiste pêşî daxwaza rawestandina operasyonên artêşa dagirker bikin, bêjin bila hêzên artêşê, çete, kontra ji Kurdistanê derbikevin, sîstema qoruciyan were rakirin, siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, girtiyêna azadiyê û Ocalan, teva serbest werin berdan. Bila mînaka Efrîka Başûr, Irlanda bibînin û li gorî rastiya Kurdistanê binirxînin. Ew jî baş dizanin ku, doktor û hekîmên labortuara diyalîzê a dewleta Tirk, kesên weke Sedat Laçîner, Turkaya Muntaz-er Turkone, Umit Ozdag û Onder Aytaç in. Ev mirov teva, xelatgirên AKP’ê yên tîtra “prof.”tiyê ne. Ev tîtr jî, bi berdevkiya şerê giştî yê li dijî gelê Kurd û mîmartiya qirkirina gelê Kurd standine.
Herî dawî: Pêwiste gelê Kurd zanibe ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê insanî û xwezahî ye. Ev maf jî, bi peymanên navneteweyî hatiye misoger kirin. Tirkiyeyê, di xesp kirina vî mafî de jî sucê mirovahiyê dike. Lewma boykotkirina dibistanên dewleta Tirk, meşrû ye û li dijî asimilekirina zarokên Kurd, pengavek dîrokî ye.
Zarok dahatuya gelê Kurd û cografya Kurdistanê ne.
Boykot û Agirbest