Gendeliyeke zêde û sîstematîk ya rayedarên dewletê heye, desteka Îranê ya daimî ya ji gelek hêzên jê re maşik in, dewam dike, veberhênana pirr mezin û beredayî ya ji bo projeya wê ya nukleer jî dewam dike.
Gava ku mirov bi gendeliya sîstemîk li wan dinihêre, xwînî tepisandina protestoyan kir ku gelek mirov êdî hêviya xwe ji aliyê reformîst jî qut bikin. Vê yekê jî rewabûna siyasî û îdeolojîk a rejîmê ji binî ve nehişt.
Tevahiya partiyên siyasî yên sereke yên Kurd bang li miletê Kurd kir da ku hilbijartinê boykot bike. Gelekî muhtemel e ku xelk bersiveke erênî bidin vê bangê. Îranî bi giştî wê dengê xwe di hilbijartinan de bi kar neyînin.
LUQMAN GULDIVÊ
Vê Îna li pêşiya me li Îranê hilbijartinên giştî hene û vê carê Partiyên Kurd ên sereke hemûyan banga boykotkirina hilbijartinê kir. Ev hilbiajrtin wê encameke çawa bi xwe re bînin, rewabûna rejîmê ya siyasî û îdeolojîk maye yan na, guhertineke hilbijartin bikin yan jî maneyeke hilbijartinê bi xwe maye yan na, me ji Profesor Dr. Kamran Matin pirsî. Kamran Matin ê li Zanîngeha Sussexê li beşa Têkiliyên Navneteweyî de dersdar e, dibêje, wiha diyar e wê pirraniya xelkê hilbijartina giştî ya 21ʼê Sibatê boykot bike. Ji ber ku ew bi xwe jî ji Nexedeya li bakurrojavayê Mehabadê ye, hem Rojhilatê Kurdistanê û hem jî Îranê bi giştî ji nêz ve dişopîne. Li gorî wî, mueyîdeyên DYEyî tesîreke mezin li dahata hikûmeta Îranê bike jî, ya xelkê diêşîne û êdî xelk jî dibîne ew e ku gendeliya sîstematîk a rayedarên dewletê, mesrefên zêde yên ji bo siyaseta derve ya Îranê û çeteyên ew destekê dide wan û mesrefên zêde û “beredayî” yên ji bo projeya nuklerê, xelkê feqîr dikin.
Mueyîdeyên DYEʼyê li dijê Îranê, gelo ew tesîreke çawa li rejîma Îranê dikin û wekî din tesîreke çawa li xelkê welêt dikin?
Mueyîdeyên DYEʼyê kapasîteya Îranê ya firotina neftê pirr zêde kêm kir. Tesîreke vê ya gelekî mezin li dahata hikûmeta Îranê dibe, lewma Îran dewleteke rentier a xwe disipêre neftê ye. Firotina neftê bêhtirî 80 ji sedî yê dahata Îranê pêk tîne. Helbet gava pirraniya vê dahatê qut dibe, ev dike ku hikûmet di misogerkirina xizmetê sereke, veberhênana projeyên binesaziyê û heta dana mûçeyên karmendên dewletê de zehmetiyê bikişîne. Ew bû sedema devaluwasyona tomanê Îranê, înflasyon zêde kir û îxracata wê kêm kir. Bi her halî, mirov nikare tesîra xirab a aborî ya ku li miletên Îranê dibe, tenê bi mueyîdeyan rave bike. Gendeliyeke zêde û sîstematîk ya rayedarên dewletê heye, desteka Îranê ya daimî ya ji gelek hêzên jê re maşik in, dewam dike, veberhênana pirr mezin û beredayî ya ji bo projeya wê ya nukleer jî dewam dike. Jixwe di çalakiyên vê dawiyê de hin sloganên xelkê gotî, nîşan dide ku gelek Îranî jî van gotinên min piştrast dikin.
Du pêlên mezin ên protestoyan li Îranê van demên dawî çêbûn; gelo van rê li ber ti bûyerên erênî û neerênî vekir yan na?
Van pêlên protestoyan beriya her tiştî hişkeşideta rejîmê nîşan da û helbet xweşbînnebûna wê ya beramberî her awayê protestoyên girseyî; heta ew li dijî şert û mercên feqîriyê yên civakî-aborî jî bin, ew xwe li wan ranagire. Gava ku mirov bi gendeliya sîstemîk û wan serpêhatiyên siyaseta derve re li wan dinihêre, xwînî tepisandina protestoyan kir ku gelek mirov êdî hêviya xwe ji aliyê yan jî bereya reformîst jî qut bikin. Vê yekê jî rewabûna siyasî û îdeolojîk a rejîmê ji binî ve hejand, û nehişt.
Xelkê Rojhilatê Kurdistanê çawa beşdarî van protestoyan bû? Reaksiyona dewletê beramberî wan çi bû, yanî ya dixwazim zanibim, gelo helwêsta dewletê ya li Kurdistanê ji ya li deverên din cihê bû yan na?
Li gelek bajarên Kurdistanê xelk beşdarî çalakiyên protestoyî bû. Tepisandinên herî hişk li bajarê Kurdistanê Kirmaşan, Ravansar û Merîwanê bûn. Li van bajaran hêzên dewleta Îranê gelek çalakger qetil kirin, gelekên din girtin û êşkence li wan kirin. Bi giştî li seranserê Îranê destwerdana rejîmê li protestoyên vê dawiyê gelekî xwînrij bû. Lê gava ku mirov li statîstikan dinihêre û para wan a di serjimarê de jî li ber çavan digire, bêhtir çalakger li deverên hindikahiyên neteweyî hatin qetilkirin, li Xuzistan xasma li bajarê Mahşar û li Kurdistanê.
Hilbijartina giştî di nava vê hefteyê de 21ʼê Sibatê li Îranê bi rê ve diçe; gelo rejîm jî di navê de kesek, aliyek ti hêviyê ji vê hilbijartinê dike?
Nûçe û agahiyên ku tên, dibêjin, pirraniyeke her diçe zêde dibe ya Îraniyan hilbijartinê bê mane dibîne û wiha diyar e ku ew ê hilbijartinê boykot bikin. Ev helwesta hanê tê xurtkirin bi wê yekê ku Meclisa Bilind a Muhafizên Şoreşê, jixwe pirraniya namzetên reformîst ên ji bo parlamenê red kirin. Bi vî rengê xwe ev hilbijartinê bibin di dîroka Îranê de yên herî zêde yek alî ne. Namzetên nêzî Lîderê Rûhanî Xamaney tenê destûr wergirtine ji bo beşdarî hilbijartinê bibin. Lê bi giştî, van 40 salên dawî yên Komara Îslamî nîşan dan ku maneya hilbijartinan kêm e û wan kêm tişt guherandine. Heger guhertinek jî çêbûbe, ew ji ber dijberî û minaqeşeyên li ser encamên hilbijartinan bûye, weke ‘Tevgera Kesk’ a sala 2009ʼan.
KODAR û PJAKʼê bang li xelkê kir ku hilbijartina giştî boykot bike. Gelo xelk wê bi ya wan bike? Helwêsta aliyên din ên Kurd çi ye, û li derveyî Kurdistanê wê boykot xurt be yan na?
Tevahiya partiyên siyasî yên sereke yên Kurd bang li miletê Kurd kir da ku hilbijartinê boykot bike. Bi ya min gelekî muhtemel e ku xelk bersiveke erênî bidin vê bangê.
Wekî din hewaya di medya civakî de û nûçeyên ji Îranê jî wisa nîşan didin ku pirraniya Îraniyan wê li deverên derveyî Kurdistanî jî neçin, û dengê xwe di hilbijartinan de bi kar neyînin.