Tecrîda li ser Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Li dijî tecrîdê şerê pirhêlî pêwist e.
***
Dewleta Tirk wek laboratuarekê dialîzê ye.
Dialîz şiştina gurçikan e. Di laboratuara dialîze de  2 bori hene, di yekê de xwîn, di ya din de av diherike û xwînê paqij dike. Di laboratuara dewleta Tirk de jî,  2 borî hene: Lê di van boriyan de, ne av û xwîn; nijadperestî û derew diherikin. Ev jî, ji bedêla şiştina gurçikan,  bandore li dil û mêjiyê mirov dike, di nava demê de jî tevahiya bedena mirov gemarî dike. Dema bedena mirov lewitî, mêjiyê mirov dibe deşo, dilê mirov dikevê nava şolava gemarî, êdî ew mirov ji bo slogana xwediyê xwe biqîre, gotina xwediyê xwe dûbare bike, amade ye. Slogan nijadperestî ye, gotin jî derew e!... 
Nijadperestî bingeha faşîzmê ye, derew jî meşrû kirina kiryarên faşîzan e.
Mixabin di laboratuara dewleta Tirk de, şiştina beden û mêjiyê mirovan tê kirin û mirovên weke Mehmed Şîmşek derdikevine holê. Mehmd Şîmşek û kesên weke wî, “kulîlkên çêkirî”ne, yan jî robotên di postikên mirovan de ne. 
Kulîlkên çêkirî, ji bilî reng bikêrî tiştekî din nayên, lê mirovên robot bikarî  gelek karan tên. Xwendevan  kîjan alî dibijêrin asil ew in. Lê dive zanibin, her du alî jî, ji binyata xwe qut in û idab/khêma di birîna mûmarî de ne.  
Dema ku faşîzm kete pratîkê, di neynika dîrokê de du kiryar derdikevine pêşberî me. Li Tirkiyê; gora betonî û di dema dawî de bîrên aside… Li cîhanê; firinên kampa Auschwitz … Sîstema dewleta Tirk berhemê dewşirmetiyê ye. Ev system, ji dema Osmaniyan dest pê dike û îro dibin navên cûda de di mer’iyetê de ye. Di dema Osmaniyan de dibistanên dewşirmetiyê, “Mektebî Enderûn” bûn û pirr hêlî kar dikirin.
Îro, dibistanên dewletê teva, sîstema perwerdehiyê teva, mina “Mektebî Enderûn’ xizmeta asimilasyon, qirkirina dewşirmetiyê dikin. Tirkîtiya Îttîhad û Terakî jî, li ser  vê bingehê hate avakirin. Di Mektebî Enderûn de, pêşî zarokên xiristiyan (bi zorê dihatin standin) dewşirme dikirin. Bi Kanunî re, zarokên gelên misilman jî ketin vê katagoriyê û sîstema dewşirmetiyê hate berfereh kirin. Ev sîstem, bi “Meşrutiyeta I û II” reng û nav guhert. 
Komara Tirkiyê, pêşî bi “Koy Enstutilerî’ ev sîstem domand, piştre bi “Dibistanên Şevînî” berdewam kir. Îro jî, sîstema perwerdehiyê û dibistanên li tevahiya Kurdistanê hatine bela kirin, dewşirmetiya asimilasyon û qirkirina kulturî bi dijwarî didome.
Haraketa Azadiya Kurd û têkoşîna gelê Kurd jî, gihaye wê qonaxê ku ji vê sîstema kujerî re çareyekê bibîne.  Lewma biryara boykot kirina dibistanan, ji serateyî heta bi zanîngehan hate dayin û giring e, biryarek dîrokî ye. Dibistanên seretayî, mêjiyê zarokan dişoyê, zanîngeh jî wek çavkaniya red û înkarê, wek çavkaniya meşrûkirina qirkirina kulturî û fizîkî kar dikin. Gelek rektor û porfesorên ku wek zanistên Komara Tirkiyê têne naskirin û xwedî tîtra prof.tiyê ne, zimanê Kurdî red dikin û pirtûkan li ser vî ramanê rûreşî, hetikberî û derî zanistê dinivîsin. Prof.ên ku zimanê gelan red bikin, inkar dikin, ji literature zanistê bê par in û di katagoriya “cahîliyê”de ne.
Zanistên xwedî tîtra prof.tiyê (gelek ji wan prof.ên şer in), di demên dawî de Kurd û Lazan, (!) di “Kêlên Orhon’ de bi cih dikin. Ev benî-ademên ku ji bedêla Kurdan dibine Kurd û navê Kurdan diaxivin, bîrdozên balkêş jî derdixine holê. Nijadperestiya hişk, zuwa, kelê, rijî, xedar û kujerî… Ev tê wateya, jehrdana mirovan e û di bedena mirov de jî robotekî çêdike.
Ev sîstema kor û kerrende, ji bilî gelê Kurd, ziyanê dide gelê Tirk jî. Dibin navê netewparêziya zihniyeta yek yekan de, qenciya civakî tê kuştin û pirsgirêka dewletê û gelan derdixe holê. Îro, biqasî gel Kurd, gelê trik jî dinava cendereya hêrtinê de tê helandin û her roj bi dehan mirov têne kuştin. Dewleta ku xwîna mirovan bike bingeha hebûna xwe, ne dewletek normal e.
Dewlet navê sazîbûn û hunandina pramîdê ye û ev tê wateya ragirtina tevahiya gelên di sînorên wê dewletê de. Ragirtina tevahiya gelan, binbarî û berpirsiyariya dewletê di aliyê huquq û mafên rewa de ferz dike. Li pirraniya cîhanê, ev pirsgirêk di rengê  federasyon, eyalet û rêvebiriyên heremî de hatiye çareserkirin. Lê  Komara Tirkiyê, di sedsala bîstûyekê de jî, bi  zihniyeta Îttîhadî û dewşirmetiya yek-yekan haraket dike. Dewletên ereb jî, li ser bingeha misilmantiya Muawiye haraket dikin.  Van dewletan,   nijadperestiyek “şerîeta netewî/ qewmî”  derxistine holê. Ev jî, bû bingeha jehrdana gelan û gunehkariyê.
Dema ku di laboratuara dewletê de mirovên gunehkar werin afirandin, helbet wê gunehkarî di her qada jiyanê de bela dibe.    Bi vê mebestê sîstema perwerdehiya dewleta Tirk ya nijadperestiya îttîhadiya dewşirmetî, zimanê gelê Kurd, kultura Kurd bi giştî red dike, bi tîtra prof.an û qanunên zincîran meşru dike. Stuna vê qirkirin û asimilasyonê dibistan in. Pêwiste gelê Kurd jî, vê sîstema kujerî red bike.
Boykot kirina dibistanên dewleta Tirk, di qonaxa şerê neteweyî û azadiyê de, pengavek dîrokî ye.  Ev sîstema ku zarokên Kurd, di laboratuara dîalîzê de, wek “saxê mirî” mezin dike,  tenê bi red kirin û boykotek giştî û berdewamî, dikare  werê berteref kirin.
Pêvajo û qonaxa îro, redkirina sîstema perwerdehiyê û boykot kirina dibistanan ferz dike.