Mamosteyên li Helepçe,Germiyan û Silêmaniyeyê, ji ber ku nikarin heqdestên xwe werbigirin, di roja 20. de careke din daketin kolanan.


Li Silêmaniyeyê êrîş

Mamosteyên ku doh li Kolana Fûlkey Omer a Helepçeyê civiyan, dest bi meşê kirin. Mamosteyan diyar kirin ku heta pirsgirêkên wan bên çareserkirin ew ê li qadan bin. Xwendekarên ji Helepçe û navçeyên derdorê hatin jî destek dan mamosteyan.

Mamosteyên li Silêmaniyeyê ji bo çalakiyê li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajêr hatin cem hev, xwestin rêya bingehîn li trafîkê bigirin. Hêzên ewlekariyê yên destûr nedan ku rê were girtin, bi gaza îsotê êrîşî mamosteyan kirin. Hejmareke zêde ya hêzên ewlekariyê li herêmê bi cih bûn û destûrê nadin mamosteyan ku bikevin qadê.

Midûriyeta Perwerdeyê ya Bajêr a Silêmaniyeyê jî îdîa kiribû ku egermamoste dawî li çalakiyên xwe neynin, divê destûr ji çalakiyên boykotê re neyê dayîn.

Mamosyetên li herêma Germiyanê jî doh çalakiyên xwe yên protestoyî dewam kirin.


‘Heta bersiv neyê, em ê boykotê bidomînin‘

Mamosteyan, li ser armancên xwe û zextên li wan tên kirin daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Heta ku bersiv ji daxwazên me re bê dayîn, em ê boykota xwe bidomînin.”

Mamosteyan bal kişandin ser rayedarên zextê li wan dikin û diyar kirin ku ew ê navê kes û saziyên erkdar ên zextê li wan dikin, bi raya giştî re parve bikin. 

Hêjayî gotinê ye, ji ber êrîşên hêzên PDK’ê yên li hemberî karmend û mamosteyên krîzên siyasî û aborî protesto dikin de, heta niha yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 


 NAVENDA NÛÇEYAN