Li Herêma Kurdistanê çiftliga Frîze ya berhemanîna hêkan dikare rojane 550 kartonên hêkan berhem bîne. Ji beriya boykota malên Tirkî ji sedê 20’ê hêkên vê kargehê li Herêma Kurdistanê dihatin firotin. Lê niha ji sedê 80’ê hêkên wê di nava Herêma Kurdistanê de tên firotin.
Li Herêma Kurdistanê 11 çiftligên berhemanîna hêkên xwarinê hene. Lê tenê 6 ji van çiftligan kar dikin. Ji vana çar li sinorê parêzgeha Hewlêrê ne du jî li parêzgeha Dihokê ne.
Yek ji van çiftligan Pirojeya Mirîşkan a Frîz e dikeve gundê Hîran ser bi parêzgeha Hewlêrê. Di vê çiftligê de rojane 500 ta 550 kartonên hêka ku di her kartonek de 360 hêk hene berhem tîne. Bi vî awayî li vê çiftligê rojane 198 hezar hêk tên berhemanîn.
Proje niha di qonaxa yekem de ye û di qonaxa duwem de ku biryare di meha Adarê de were destpêkirin, wê berhemanîna hêkan zêde bike û bigihîne milyonek mirîşk. Bi vî awayî berhemanîna hêkan jî du qat zêdetir dibe.
Parêzgeha Hewlêrê rojane pêwîstiya wê bi hezar 200 ta hezar 300 kartonên hêkan heye. Ji boy vê çiftligên li sinorê parêzgeha Hewlêrê ji pêwîstiya Hewlêrê zêdetir hêkan berhem tînin. Berhemên zêde jî ji bo Silêmanî, Dihok û bajarên Iraqê tên şandin.
Wek xwediyê projeya Firîz Serdar Ebdullah Caf diyar dike, ji beriya ragihandina boykota malên Tirkî wan dikarîn rojane tenê ji sedê 20 berhemên xwe li bazarên Herêma Kurdistanê de bifirota yên din dişandin bajarên başûrê Iraqê. Caf eşkere kir ku piştî banga boykota malên Tirkî ew niha ji sedê 80’ê berhemên xwe li nava Herêma Kurdistanê de difiroşin û yên zêde jî ji bo bajarên Iraqê dişînin.
ROJNEWS/HEWLÊR