Yek ji doktorên nexweşxaneya Şehîd Reûf a navçeya Şarezûr a Silêmaniyê Rehîm Ehmed got; “Ji ber ku ev nêzî 6 mehan e ku me mûçeyên xwe wernegirtiye, tevahiya doktor û karmendên nexweşxaneya me biryara boykotê dan û îro deriyê nexweşxaneyê bi temamî hat girtin.”
Beriya niha jî li heman nexweşxaneyê doktor û karmendên bi tenê yek beşê boykot kiribûn û ji ber ku ti bersiva gilî û gazinên wan ên mûçegirtinê nehat dayîn biryara boykota giştî hat dayîn.
Doh jî boykota karmend û doktorên Nexweşxaneya Şehîd Şewket Hacî Mûşîr a navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê dewam kir. Li gel vê jî boykota karmendên saziyên din ên hikûmetê li navçeyên Seyîdsadiq û Pêncewên dewam dike.
Ji ber nebûna serxwebûna aborî krîzê da der
Welatiyên navçeya Xaneqîn a Silêmaniyê ku nerazîbûn nîşa nehatina mûçe didin dibêjin; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne xwedî bernameyeke bi bandor a ji bo serxwebûna aborî bû, ji bo wê ev krîza aborî derket.”
Mamostayê dibistana Amadeyî li navçeya Xaneqîn Ednan Kakeyî wiha got; “Ji ber ku rêjeyek zêde ya welatiyên Herêma Kurdistanê hemû debara wan li ser mûçe ye û mûçe jî nayê dayîn, ji bo wê jî krîza aborî bandorek mezin li ser welatiyan çêkiriye. Rêjeyek zêde ya ciwanan berên xwe dane welatên derve û dikevin ser rêya Deryaya Ege.”
Kakemîn diyar kir ku sedema krîza aborî nebûna bernameya hikûmetê ya serxwebûna aborî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hikûmetê her ji salên 90’î heya niha bernameyeke bi bandor ji bo serxwebûna aborî çênekiriye, Tenê pişt daye petrolê. Niha jî nirxê petrolê pir kêm bûye û bûye sedema çêbûna vê krîzê.”
Projeya Goranê
Tevgera Goran der berê krîza aborî û siyasî ya Herêma Kurdistanê de projeya xwe eşkere kir. Li Silêmaniyê pêr êvarê di civîneke çapemeniyê de berdevkê tevgerê Dr. Şoreş Hacî axivî û got: "Pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hevre bernameyeke kar deynin, ji bo peywendiyên beşên din ên Kurdistanê, li ser bingehê berjewendiyên netewa Kurd hevkarî û piştgiriya hev bikin."
Goranê xwest, wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û desteya wî ji kar bên avêtin û der barê wan de lêpirsîn bê kirin û weha dewam kir: "Pêwîst e deynên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li şirketên taybet in ku ew jî zêdeyî 700 milyon dolar in, bên vegerandin. Heypeymana ligel du şirketên kargo yên balafirgeha Hewlêr û Silêmaniyê ku girêdayî YNK û PDK'ê ne werin betalkirin."
Referandûm jî li gorî qanûnan
Goranê li ser krîza siyasî jî got, "referandûm mijarekî netewî ye, ne hizbî ye. Ji ber vê jî divê bi rêyên yasayî be." Goranê pêşniyaz kir ku 4 partiyên sereke li ser sîstemeke parlemanî ya demokratîk li hev bikin, seorkê herêmê jî ji aliyê gel ve were hilbijartin li gorî qanûna serokatiya herêma Kurdistanê.
Goranê wekî din xwest komîsyona nivîsandina destûrê dest bi kar bike. Destûr ji sîstema demokratîk a parlamentoyê de pêk were.
ROJNEWS/SILÊMANÎ