ERKAN GÜLBAHÇE

Kengî dewleta Tirk a qirker û dagirker 9´ê Cotmehê êrişeke nû û berfireh a qirkirinê li dijî Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin boykotkirina dewleta Tirk jî ket rojevê. Xelkê Başûrê Kurdistanê bi înîstiyatîfa xwe serkêşiya kampanyayê kir û ev pêngav berfireh dibe; xwe bi rêxistin dike û bi bandor dibe.

Endama Konseya Rêveber a KNKê Zubeyir Aydar der barê boykotê de bersiv da pirsên me.

Aydar got, “Divê kes neçe Tirkiyê. Yên çûn plan kiribin jî divê betal bikin. Kes divê malên tirkiyê nekire. Û ne tenê ev jî. Ji bo kampanya bi ser bikeve divê her kes bi erka xwe rabe.”

Aydar da zanîn ku ji bo kampanya mezin û berfireh bibe amadekariyên wan hene û got, “Komele, meclis û heta komunên xwecihî hemû divê boykotê bikin rojeva xwe. Hinek tişt bûn edet û wisa hîn bûne. Divê dev ji van edetên xwe berdin. Naxwe kampanya bi ser nakeve.”

Aydar îşaret bi demdirêjiya kampanyayê kir û anî ziman ku divê ew raya giştî ya derve jî di vî warî de agahdar bikin û bang li sermayedarên Kurd kir: “Sermayedarên Kurd divê rewşê weke firsendekê bibînin; xwe bi rêxistin bikin û xwedî li bazara Kurd derkevin.”

Aydar di dawiyê de xelkê Başûrê Kurdistanê jî ji ber helwesta wan silav kir.