Her roja Yekşemê komên nû çalakiyê dewr digirin. Vê hefteyê jî ji bajarê Bremen û Bremerhaven Feyzî Çapli, Nûrî Ahmed, Omer Teyar û Dayika Sorê nobedê digirin.

Çalakger li ser armanca çalakiya xwe mirovên li derdorê belav dikin û têkildarî pirsgirêka Kurd, rewşa Ocalan û polîtîkayên dewleta Tirk de bersivê didin pirsan. Li ser navê komê Feyzî Çapli da xuyakirin, ku heta ji wan tê ew hewl didin derdorê agahdar bikin. Koma nobedar duh ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca û Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan ve hat ziyaretkirin. Ûca û Dogan bi çalakgeran re axivîn û ji ber hewldanên wan spasiya wan kirin. 


STRASBOÛRG