Profesor David Romano di gotara xwe ya vê hefteyê de, îşaret bi mijareke balkêş kiriye. Veşartina nasnameya kurdî ya qehremaneke li ber şervanên YPJ´ê ji bo Call of Duty hatiye amade kirin. Ew vê yekê bi pirsa gelo ev vedîtineke kolonyal e, dixe ber lêpirsînekê.

Lîstika vîdeo ya bi navê “Call of Duty: Modern Warfare” ya gelekî populer, dawiya sala bihurî rêzeke din a nû weşand. Pirraniya lîstikê li welatê xeyalî yên Rojhilata Navîn Urzikstanê diqewime. Yek ji karakterên sereke jî “Farah Karim” e, di lîstikê de weke “lîdera jin a komeke serhildêr a li Urzikstanê” hatiye terîfkirin. Ha li vir hêjayî bibîrxistinê ye ku sektora lîstikên vîdeoyê di 8 salên bihurî de bêhtir pere ji sînema û sektora muzîkê dane qezenckirin.

Navend û kevî

Ya ku David Romanê di Ingilîziya Rûdawê de balê dikişîne ser tiştekî din e; “Belkî hin kes li Kurdistanê pê şa bin ku karektereke eşkere xwe dispêre YPG´ê li Sûriyê niha di nava çanda populer a mainstream de cihê xwe digire, lê tahm û bîhna xemsariya kolonyal a beramberî rastiyên heqîqî yên li Rojhilata Navîn û herêmîn din ê´kevî´ ji vê helwêstê hemûyî tê.”   Ha, em li vir bi bîr bixin ku aktrîsta Hollywoodê Claudia Daumit ji bo karakter û tevgerên karaktera şervana YPJ´ê Farah Karim di lîstikê de atrîstî kiriye.  Romano tenê weke YPG´ê di gotara xwe de navê YPJ´ê jî hil dide.

Romano bi bîr dixe ku yên ev lîstik çêkirî îdîa dikin ku wan xwestiye otantîk bin û pirsa, “Naxwe çima lîstikê li welatê xeyalî yê Rojhilata Navîn ê bi navê Urzikstanê hûn bi cih dikin, tevî ku Brîtanya Brîtanya dimîne, Rûsya Rûsya dimîne di lîstikê û wekî din jî? Ji bo çi yek ji karakterên sereke yên lîstikê ku bi awayekî eşkere xwe disipêre şervanên YPG´ê ne şervaneke Kurd a YPG´ê ye - tevî ku tîma operasyonên taybet a Brîtanî di lîstikê de her tîma operasyonên taybet a Brîtanî ye?” Ev pirs bi rastî jî di fêmkirina helwêsta li welatên rojava beramberî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û perîferî/keviyên din heyatî ye.

Stereotîpkirin û xeyalîkirin

Romano dibêje, di çapemeniya rojavayî de detay û nihêrînên xelkê deverê û aktorêîn deverê ew qasî nehêja ne ku mirov bala xwe bidiyê ku bi hêsanî dikarin bên stereotîpkirin û xeyalîkirin. Çawa ku Hollywood bi awayekî jê re adet be kiriye. Bi ser de jî bi wêrekî Romano dibêje, kêm film û lîstik wê li welatekî xeyalî yê Bakurê Emerîka û Ewrûpayê film û lîstikên wiha bi cih bikin. Bi vê jî em li peyva serî vedigerin, vedîtineke kolonyal!

Ha li Iraqê parlamena federal niha qedexekirina lîstikên bi vî rengî dike.

 

FRANKFURT