Parlamentera meclîsa Welatê Galiyan, Delyth Jewell pêr bi nameyekê bang li hikûmeta Brîtanyayê kir da ku destekê bide çalakgerê greva birçîbûnê yê li Newportê, Îmam Şîş. Îama Şîş îro 144 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Delyth Jewell, Îmam Şîş weke hevalê xwe bi nav dike û dibêje, “Hevalê min û hevrêyê min Îmam Şîş ê ji Newportê, li dijî binpêkirinên mafên mirovan bi destê dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ye, û hindik maye bimire.”
Delyth Jewell gazinan dike ku çapemenî û siyaseta Welatê Galiyan û Brîtanyayê Îmam Şîş kêm dîtiye. Ew bi bîr dixe ku Şîş ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven dest pê kiriye.
Delyth Jewell bi bîr dixe ku PKK eşkere li dijî nijadperestî û terorîzmê ye, li gelek bereyên li Iraq û Sûriyê yekser di şerê li dijî DAIŞ´ê de cih girtiye, lê dîsa jî di lîsteya hikûmeta Brîtanyayê de ye û ji vê jî gazin kirin. Wê wekî din got, ew serbilind e ku parlamenat Welatê Galiyan a pêşî bû ku Adara bihurê piştgiriya xwe ya bi çalakgeran re eşkere kir.
Em bi êşa wan diêşin
Wê wiha bang li hikûmeta Brîtanyayê kir: “Nexasim jî hikûmeta Meliktiya Yekbûyî, divê bêhtir hewl bide da ku dozê li Tirkiyeyê bike da ku li gorî peymanên nav neteweyî yên ji bo mafê mirovan tevbigere, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bike, û destûrê bide ew bigihîje parêzerên xwe û malbata wî wî bibînin.”
Ew bi bîr dixe ku Kampanyaya Azadî ji bi Ocalan û jinûvedestpêkirina hevdîtinên ji bo aştiyê di navbera hikûmeta Tirk û PKK´ê de xwedî destek e di nava akademîsyen, parlamenter û sendîkavanan de û wiha dewam dike: “Ya ku divê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê divê bike, şandina nameyekê ye.
Em li Welatê Galiyan xwediyê rêûresmekê ne ku em li ber neheqiyê, di warê navneteweyî de jî radibin, gava xelk ji deverên din ên dinyayê tên Welatê Galiyan, da ku ji xwe re jî bikin welat, em dewlemend dibin. Û gava ew diêşin, em jî diêşin.
Galiyan destek da Kurdan, êdî dem hatiye ku hikûmeta Brîtanyayê jî heman tiştî bike.”
CARDIFF