Suver ji Serokwezîr Erdogan re nameyek nivîsand û ev name ji aliyê Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve li Meclîsê hate xwendin û gihişt destê Erdogan. Suver, di nameya xwe ya duyemîn a ji Serokwezîr Erdogan re şand wiha got: "Tercîha min ne bû ku ez li Tirkiyeye ji dayik bibim. Disa min nexwast navê min Înan be û ez kurd bim. Ev tiştî min nexwestin û tu kesî jî ji min nepirsî."
AK'ê par di vê mijarê de ji Tirkiyeyê re pêşniyar kir. Rewşa Mehmet Tarhan li Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya AK'ê hate nîqaşkirin. Her wiha îtîraza Yunus Erçep li DMME'yê hate qebulkirin. Tirkiye dê li vir bê cezakirin. Kesên li Tirkiyeyê reda wijdanî dikin li dadgehên leşkerî tên darizandin. Di van dadgehan de bi hinceta "li dijî fermanê hatine" rasît cezayan tên. Li gorî hiquqnasan ev yek li dijî mafên mirovan e. Ji ber ku ev yekê têkildarî azadiya ol û wijdanê ye. Li Tirkiyeyê herî kêm 118 kesên li Tirkiyeyê reda wijdanî kirin rastî lêpirsinan hatine û der heqê wan de pêvajoya hiqûqî hatine destpêkirin. Berê Mehmet Tarhan, Mehmet Bal û Halîl Sevda ji ber ku reda wijdanî aşkerakiribûn ji azadiya xwe hatibûn mahrumkirin.
EVRÎM KEPENEK - DÎHA-STENBOL