Stranbêja Katalanî Silvia Thomas a ku li ser Kobanê stranake bi Katalanî çêkiribû diyar dike ku ew bûye evîndara têkoşîna jinên YPJ’ê û wiha dipeyive: “Piştî şoreşa Sûriyeyê min gelekî li ser gelê Kurd xwend, min fêmkir ku ew hatine parçekirin, vê yekê ez matmayî hiştim.”
Şoreşa Rojava û nexasim Berxwedana Kobanê bandor li ser hemû şoreşger, mirovhez, demokrat û jinan çêkir. Ji her parzemîn kes hatin Rojava û xwe tevlî berxwedanê kirin. Hin kes jî ji welatê xwe bi heyranî şerê xort û keçên Kurd temeşa kirin. Yek ji wan jî Hunermanda Katalanî Silvia Thomas e ku dibêje; “Ez bûme evîndara wan” û li ser Kobanê bi zimanê dayika xwe ango Katalanî strana “Carta a Kobane-Nameya Kobane” çêkir. Silvia Thomas ji nameya şervana YPJ’ê Narîn a 19 salî a ku dixwest ji dayika xwe re rêke, bi bandor dibe û “Carta a Kobane” diafirîne.
Dilê wê bi nameyê êşiyaye
Narîna 19 salî di nameya xwe ya ku ji dayîka xwe re ji eniya şer rêkiribû de, behsa zehmetiyan kiribû, li ser şer û hevalên xwe nivîsandibû. Gotinên ku di nameyê de hatibûn nivîsandin dilê Silvia jî diêşîne. Şervana YPJ’ê di nameyê de çiqasî bêriya qehweya dayîka wê serê sibehê jê re amade dikir kiriye, tîne ziman, behsa reşahiya alên çeteyên DAIŞ’ê û stranên ku ew û hevalên xwe dibêjin dike.
Muzîk ji bo min jiyane
Her wiha Silvia stranên şoreşgerî, stranên li dijî zilmê, berxwedaniyê û mafê mirovan dibêje. Stranbêja ciwan evîndara nameya şervana YPJ’ê dibe û wê nameyê dike awaz û di şahiyên li Spanya û Amerîka Latînî lidardixe dibêje. Mirov dikare bêje ku Silvia bi strana xwe dibe hawara Rojava.
Rojnameger Amina Hussein bi SIlvia re hevpeyvînek pêk anî. Silvia di hevpeyvîna xwe de pirsa; “Muzik ji bo wê çi tê wateyê” wiha dibersivand: “Mûzîk ji bo min jiyan e, gotinên mûzîkê giyana min geş dike, ez stran dibêjim ji bo kovan û êşên mirovan parve bikim. Janên wan bînim ziman, xwe bighînim dilê wan û bihêlim dengê rastiyê biser bikeve. Distirênim ji bo şadî û hezkirina mirovan parve bikim.”
Ji bo zilm bi dawî bibe
Silvia diyar dike ku muzîk ji bo wê “tehmake nû ya jiyanê ye” û wiha ol de diçe: “Ji temenê xwe yê zaroktiyê min xwest ez bibim stranbêj. Bi çi awayî be ez dixwazim jiyanê bedewtir bikim. Ez evîndarê vî şêweyî mûzîkê me ji ber ew çêjeke nû ya jiyanê dide min. Stran dibêjim ji bo maf û azadiya xwe dixwazim. Disitrênim ji bo ev zilm bi dawî bibe.”
‘Evîndara qehremaniya wan im’
Rojnamgerê Amerikî ji Silvia Thomas pirsa “Gelo çima Kobanê” dike û Silvia wiha bersivê dide: “Piştî şoreşa Sûriyeyê min gelekî li ser gelê Kurd xwend. Min fêm kir ku ew hatine parçekirin. Vê yekê ez matmayî hiştim. Kî van sînoran datîne? Kî gel parçedike? Kî me dixe vê rewşê? Ez evîndara qehremaniya jinên Kurd im; yên ku me û gelê xwe diparêzin.”
‘Ji rêzê lê gelek kûr bû’
Herî dawî Silvia girîngî û hîskirina nameya şervana YPJ’ê Narîn wiha vedibêje: “Gotinên wê nameya şervana Kurd hişt ez bibînim û hîs bikim. Min hîs kir ku rastiya gotinên wê xîtabeta dilê min kirin. Gotinên xwe ji rêzê nivîsandibûn, lê belê gelekî kûr bûn. Hevoka ku dibêje: ‘Yadê min bêriya qehweya te kiriye, qehwa me xilas bû, lê jiyan wê jî gelekî xweş e. Nameyê hişt ku ez evîndara jiyana wê şervanê bibim.
NAVENDA NÛÇEYAN