
Îsa Huso ku duh serê sibehê saet der dora 06.00’an de dema ji mala xwe ya li Taxa Kornîş a bajarê Qamişlo derket û ji bo ku biçe karê xwe li wesayîta xwe siwar bû, di encama teqîna bombeya ku di wesayîta wî de hatibû bicîhkirin de jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe hemû bi têkoşînê derbas kir.
Temenê tije têkoşîn
Çend xelekên jiyana Huso yên ku derdikevin pêş wiha ne.
Îsa Huso di sala 1953’yan de li gundê Bora yê girêdayî bajaroka Girbawiyê ya Qamişlo ji dayik bû. Zewicî û 10 zarokên wî hene. Zarokek wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da, yek jî hîn di nava refên têkoşerên kurd de ye. Dibistanên seretayî, navîn û lîse li Qamişlo xwendin. Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Şamê xwendiye. Di sala 1984’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê bû. Ji vê dîrokê û vir ve di gelek xebatên siyasî û rêxistinî de bi awayekî aktîf cihê xwe girt.
Piştî xebatên avakirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin destpêkirin, bi awayekî aktîf di nava van xebatan cîh girt. Di sala 2003’yan de tevlî kongreya damezirîner a PYD’ê bû û di nava damezirînerên partiyê de cihê xwe girt. Di 12’ê Adara 2004’an de di berxwedana Qamişlo ku rejîma Baasê komkujî pêk anî de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girt.
Bi avakirina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re jî wekî rêveber cihê xwe girt. Her wiha di sala 2011’an de tevli xebatên avakirina Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) bû û wekî Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsê kar meşand.
Di sala 2012’an di avakirina Desteya Bilind a Kurd de jî cih girt û heta ku hat qetilkirin jî wekî Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya desteyê têkoşîna xwe domand. Huso her wiha di xebatên dîplomasiyê de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girt û li Fransa, Norweç, Tirkiye û başûrê Kurdistanê tevlî gelek hevdîtin û civînan bû.
Huso di vê têkoşîna xwe de gelek caran bû hedefa hêzên rejîmê û komên li dijî kurdan. Huso 5 caran ji aliyê rejîmê ve hat girtin û her carê ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma.
ANHA /QAMIŞLO
Ji rêxistinên Rojava şermezarî
Piştî ku Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da, partî û rêxistinên rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyan êrîş bi tundî şermezar kir.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me agahiya şehadeta hevalê xwe Îsa Huso girt. Hevalê me bi awayekî hovane û li dijî mirovahiyê hatiye qetilkirin. Em van kiryarên terorî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatê û hemû gelê xwe dixwazin. Ev kiryarên hovanê dê hêza gelê me û biratiyan gelan xurt bike. Dîrok dê lanetê li van kiryaran bîne.”
Komîteya Rêveber a PYD’ê jî wiha got: “Êrîşek terorê ya dijmirovahiyê li dijî rêveberê Kurd Îsa Huso pêk hat. Di encamê de hevalê me Îsa şehîd ketiye. Êrîşa ku pêk hatiye nîşana xeteyerek mezin e. Pêwîste hemû alî û hêz li dijî van êrîşên terorê hêza xwe bikin yek. Em wekî PYD’ê xwemginiya xwe ya ji ber qetilkirina Îsa Huso tînin ziman û soz didin ku em ê heta dawiyê li ser riya wan têbikoşin.”
Komîteya Navendî ya Partiya komunîst jî bi heman armanvê daxuyanî da û wiha got: “Em êrîşê şermezar dikin. Îsa Huso nimûneya welatparêziyê şoreşger bû û ji hemû pêkhateyên herêmê hez dikir. Ev êrîşa hovane li dijî mirovahiyê û biratiya gelan e. Ev komên çete yên êrîşkar têk çûn, lewre dest bi rêbazên qirêj kirine û êrîşên hovane pêk tînin. Ev êrîş jî nemerdî û nemirovahiya wan nîşan dide. Em soz didin ku em ê ji bo nirxên biratî û azadiyê têbikoşin.”
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê jî wiha got: “Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ev hevalê me mînakek netewî bû û bi doza miletê xwe ve girêdayî bû. Jiyana xwe ji bo vê dozê borandibû. Ev êrîşên terorîstî nikarin vîna me ya azadiyê bişikînin. Ev êrîş piştî ev komên behsa mijarê di qada şer de li dijî YPG’ê têk çûn, pêk hatiye. Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar bin û ji bo ku ev plan vala bêne derxistin bi hêzên asayîşê ve hevkariyê bikin.”
Meclîsa Tenduristiyê ya Qamişlo jî hiha got: “Di demeke ku gelên Suriyeyê û Rojava dixwazin jiyanek hevbeş ava bikin de, hinek hêzên terorîst dixwazin vê yekê asteng bikin. Vê yekê jî bi rêbazên qirêj dikin û kesayetên sivîl hedef digirin. Em van êrîşan û kuştina sivîlan şermezar dikin.”
QAMIŞLO