
Fermandarê YPG’ê yê Kobanê Cemîl Mazlûm destnîşan kir ku şervanê YPG’ê yê Îranî Rojvan Kobanê yê di operasyona Navenda Çand û Hunerê de jiyana xwe ji dest da, hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn îfade dike û got, “Li gorî dilsoziya bi bîranîna rêhevalê xwe Rojvan, em ê têkoşîna azadiya gelan bilind bikin.”
Rojvan Kobanê yê 23 salî, yê li bajarê Meşhed ê eyaleta Xorasan a Îranê ji dayik bû. Di meha Cotmehê de ji Rûsyayê hat Kobanê û tevlî refên YPG’ê bû. Rojvan Kobanê di dema operasyona paqijkirina Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest da, çar roj beriya vê operasyonê di hevpeyvîneke xwe ya 18’ê Kanûnê ji bo ANF’ê de gotibû, “Heta Kobanê azad bibe ez li vir im.”
Fermandarê YPG’ê Cemîl Mazlûm da xuyakirin, ku Rojvan Kobanê yê digot, kêliya wî herî bextewer a ji bîr nake, dema hevalekî xwe yê birîndar rizgar kir, bi heman rengî dema hewl dida hevalekî xwe yê birîndar ji nava şer rizgar bike, jiyana xwe ji dest da.
Cemîl Mazlûm got, “Hevalê Rojvan, li dijî karakterê zordar û antî demokratîk ê rejîma Îranê, weke hevalekî Îranî ji bo pêngavekê hat Kobanê” û wiha axivî: “Rojvan, zilm û dîktatoriya li Îranê qebûl nekir û bi helwesteke enternasyonalîst hat Kobanê û tevlî têkoşîna azadiyê bû.”
‘Di demeke kurd de adapte bû’
Cemîl Mazlûm diyar kir ku Rojvan Kobanê der heqê biratiya gelan û azadiya gelên Rojhilata Navîn de xwedî nêrînên kûr û nêrîneke xurt a îdeolojîk bû û got, “Di demeke kurt de, tevî ku pirsgirêka ziman hebû jî, bi şervanan re têkiliyeke germ danî û ket nava parvekirinên rêhevaltî. Di demeke kurt de pirsgirêka ziman çareser kir û di nava mehekê de di mijara ziman de gelekî bi pêş ket. Rêhevalê me Rojvan, bi coş û kedeke mezin, di şertên zehmet de tevlî jiyan û şer bû. Gelekî bi daxwaz bû û di her karî de her tim li pêş bû.”
Cemîl Mazlûm da xuyakirin ku Rojvan Kobanê Îraniyê destpêkê ye ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a Kobanê de jiyana xwe dest da û got, “Hevalê Rojvan, wê bibe wesîle ku gelê Îranê rastiyê fêm bike û di rêya azadiyê de têkoşînê bilind bike. Gelê Îranê, ciwanên Îranê û hesreta wan a demorkasî û azadiyê temsîl dikir.”
Cemîl Mazlûm ragihand ku nêzîkatiya Rjvan Kobanê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî balkêş bû û got, “Pirtûkên Rêber Apo xwendibû û tişta ji pirtûkan fêm kiribû hewl dida li hemû qadên jiyanê bicih bîne. Di nêzîkatiya li şer û jiyanê, di afirandina çareserî û vînê de mirov dikare bêje ku hevalê Rojvan şopdarekî baş ê felsefeya Rêber Apo bû.”
Hewl da hevalê birîndar rizgar bike
Cemîl Mazlûm bibîr xist ku Rojvan Kobanê di çarçoveya pêngava azadkirina Kobanê de di operasyona Navenda Çand û Hunerê de jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku yekane windahiyên wan ê di vê operasyonê de Rojvan Kobanê ye. Mazlûm got, “Hevalê me Rojvan ji bo hevalên birîndar ji herêmê derxîne, çûbû wê derê. Hevalê Rojvan bi dilxwazî çû wê derê û dema hewl da hevalên xwe rizgar bike, şehîd ket.”
Fermandarê YPG’ê Cemîl Mazlûm ji malbat û xizmên Rojvan Kobanê re sersaxî xwest û got, “Divê hevalê xwe Rojvan bibe wesîleya têkoşîna hevpar a gelên Kurd û Fars. Em jî weke şervan û fermandarên YPG’ê, em ê rêhevalê Rojvan ji xwe re esas bigirin û li gorî bîranîna wî têkoşîna biratî û wekheviyê bilind bikin.”
SEDAT SÛR / ANF/KOBANÊ