Bi tevahî însan û civakên modern, ji bo “ceza dayîn”ê xwedî nêrînên neyînî ne. Ango gava kesek qala cezayê dike, bi giştî di hişên însan û civakan de fikr û hêstên neyînî çêdibin. Çi ku ceza êş e. Giraniyeke cezayê heye. Ceza bar e ji bo jiyana însanan. Kes naxwaze rastî ceza dayînê were, ceza bigire û êşê bikşîne. Lê xerabî û sûc jî her tim heye. Herkes nikare li gorî pîvanên hevbeş û adîlane ya hevjiyanê ya civakê tevbigere. Çavnebarî, kîn, daxwaziya desthilatdariyê û daxwaziya hêzê, evana tev çavên însanê kor dike, aqilmendî pûç dimîne, biaqilbûn ji dest diçe û însan ber bi sûcê ve dimeşe. Ji ber vê yekê jî ceza dayîn, di pergala hemû civakan de heye û divê hebe jî. Kesên ku li gor pîvanên (bi temamê civakê ve hatiye pejirandin) tevnagerin, ew pîvanan nas nakin û her tim destên xwe dirêjî mafên kesên din dikin, ji bo sererastkirina liv û tevgerên wan pêdivî ji cezayê heye. Ev sedî sed e. Bê ceza pergala civakiyê bi rê ve naçe.
Lê gelo di nav civakan de desthilatdarî li ser kîjan pîvanan û bi çi awayî dameziriye ku, edalet pêk were, dilê civakê rehet be, di ceza dayînê de neheqî çênebe? Ev pirs, ji dîrokê vir ve pirseke gelekî muhîm e û bersiveke yek şêwazî jî nîne. Li gor civakan, li gor çandên civakan, li gor siyasetê cûda cûda bersiv tên dayîn.
Siyaset, gelek caran li ser edaletê dibe desthilatdar, û li gorî desthilatdariyê şiklên ceza dayînê diguhere. Gava di siyaseta welatekî de dagirkerî hebe jî, dive ne bi dadmendiyê, bi durûtî û bi şêweyên fêlkotîtiyê ve rewş bi rê ve biçe.
Gava mesele hat ser Kurdistanê, em bi tu awayî nikarin qala dadmendiyê, pergala ceza dayînên erenî û dadmendiyê bikin. Çi ku Kurdistan bixwe axeke dagirkirî ye, li ser vê axê çar desthilatdarî bi pergaleke bêdadiyê ve rûniştine, siyaseta xwe her tim li dijî berjewendiya Kurdan dimeşînin û ger serî lê dadmendiyê bikin dive pergala xwe ya dagirkeriyê jî ji kokê rakin û azadiya Kurdan nas bikin.
Li Îranê, çendîn sal e Kurdên ku ber xwe didin, dagirkeriyê qebûl nakin û li beranberî desthilatdariya Farisan têdikoşin, ji alî pergala Îranê ve rastî cezayên giran tên. Va çend salen dawiyê jî kîja Kurd sere xwe rake û li dijî neheqtiya wan pêyvek bêje, hema dixeniqînin. Xeniqandina Kurdan wekî ku bûyereke rewa û normal e. Kurdek li ser bûyereke siyasî nerazîbûna xwe nîşan da, hema bixeniqînin. Di van rojên dawiyê de jî, îja bêedebiyek derxistine. Ciwanên Kurd dixeniqînin û dû re bûhaya werisê ku ciwan pê darvekirine ji malbatê dixwazin.
Zimanê însan nazivire ku tiştek bêje. Lê ya ku ez fêhm dikim, li Kurdistana Rojavayê dawiya pergala Farisan hatiye û dê Kurd ew bûha ya bendê ji wan hilde.