Deriyê Sînor ê Bûkemal ê navbera Iraq û Sûrî, piştî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin û şûnde ji nû ve ji bo bazirganiyê hate vekirin.
Deriyê sînor Bûkemal (El Qayim) piştî li Iraq û Sûrî şer û alozî derketin, ji sala 2014’an heta 2017’an kete kontrola DAÎŞ’ê. Vê Duşemê kamyona barhilgir a yekem deriyê sînor ê El Qayim derbas kir. Deriyê sînor aliyek di bin rêveberiya rejîma Sûriye de ye, aliyê din jî di bin rêveberiya Iraqê de ye.
Deriyê Sînor El-Qayim di navbera bajarokê El-Bukemal ê girêdayî parêzgeha Dêre Zor a Suriyeyê û bajaroka El-Qayim ê girêdayî bajarê Huseybe yê parêzgeha Enbarê de ye.
Wezîrê Karê Hundir ê Sûrî Halîd El Rahamûn vebûna deriyê sînor silav kir û vebûna deriyê sînor weke ‘encama serketina her du gelan a li dijî komên terorîstî’ pênase kir.
BEXDA