Buldan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ger serokwezîr û hikûmet bixwaze di heyetê de guhertin çêbike divê di vê mijarê de bi rêveberiya koma me, hevserokên me, bi wekîlên hevserokên me re hevdîtin pêk bîne û agahiyên xwe parve bike. Em bang li serokwezîr, hikûmeta AKP’ê û Wezîrê Dadê dikin; divê demildest 4 hevserokên me biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan hevdîtinên ku pêk tên êdî bi hevserokên me re dê parve bike. Em jî divê mijarê de divê êdî Erdogan daxuyaniyên ku pêvajoyê sabote dike û zerarê dide pêvajoyê neke. Ger serokwezîr bi israr be em jî bi israr in. Ji bo ku pêvajo nexitime em mecbûr dimînin van daxuyaniyan bidin. Ji bo ku ev pêvajo baş derbas bibe, divê serokwezîr dest ji van daxuyaniyan berde. Ger projeyek wî hebe, bila were bi me re hevdîtin pêk bîne. Ji derveyî welat daxuyaniyên ku li ser çapemeniyê tên kirin zirarê dide pêvajoyê.”
DÎHA/ENQERE