Du gerîlayên HPG’ê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) û Orhan Baran (Îbrahîm Huso li Şengalê hewl dan pêşî li şer bigirin, hatin şehîdxistin. Dimenên gerîlayan ên hatin belavkirin bi dengvedan û hesta di nava gelê Kurd de afiran û her dû pakrewan bûne sembola serdemeke nû ya hezkirina gel, dilsoziya bi axa Kurdirstanê re. 

Yek ji wan lehengan Îbrahîm Hiso (Orhan Baran) bû. Orhan ê li ser şopa bav û birayê xwe şêhîdbû, û di oxira parastina Êzîdxanê de beden gorî û giyan ebedî kir.

Pêşiyan digot her darek li ser koka xwe şîn dibe... Di berhema vê oxirê de jî kulîlkek li ser şopa derwêşan pişkivî û pekiya… Ji Qamişloka 12’ê Adarê ket rêwîtiya bidestxistina eşqa Edûla Kurdan û li Êzîdxanê roniya nemiriyê dît û ber bi wê ve beden gorî û can azad kir… Firiya, dibe ku niha weke baranê di rehên vê axê de kûr biçe, dibe ku weke Orhanekî bibe sembolek û rêveberiya serdemeke nû bike.. Orhan Baran  û Cekdar Sînan in. Lewra hêna demeke kurt ser şehadeta wan re derbas bû di dilê gelê Kurd de cihekî pîroz girt. Wêneyê ku çekerê wî ne diyar piştî demeke Kurd di ser şehadeta van dilsozan re di medyaya civakî de hate parvekirin. 


FRANKFURT