
Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi wesîleya 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê di sala 1982´an de li Zindana Amedê li dijî rejîma faşîst a 12’ê Îlonê meşandin, peyamek weşand. PKK´ê di peyama xwe de kadroyên pêşeng ên PKK Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku di rojiya mirinê ya 14´ê Tirmehê de jiyana xwe ji dest dan bibîranî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryardariya mezin a 14’ê Tîrmehê li dijî hewldanên tunekirinê navê jinûve zindîkirina netew û jiyana azad e. Di peyama PKK’ê de hat diyarkirin ku bi hovîtiya li zindana Amedê re hat xwestin, bermahiyên dawî yên mirovahiyê yên li Kurdistanê tunekirin, lê berxwedêrên 14´ê Tirmehê bi giyana fedaî, ev rêveçûn berovajî kirin.
Biryardariya jiyana azad e
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li zindana Amedê li hemberî zilmê rastiya lehengiyeke di asta herî jor de derketiye holê. PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kevneşopiya berxwedana 14´ê Tirmehê bingeha biryardariya têkoşîna gelê kurd ya avakirina jiyana azad a îro ye û weha hat gotin:" Ji ber vê yekê 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin, navê roja derketine vîna gel, neteweyîbûna demokratîk û biryardariya jiyana azad e. Ger heqîqet xwegihandina rastiyê ye, ger heqîqet jiyîna rastiyê ye, ger heqîqet asta bilind a parvekirinê ye, ger heqîqet jiyîna cewherî be, hingî nûnerên jiyana nû hevalên Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî, teqez biryara rast dane. Wê li dijî zilm û zaliman, mêtinger û kujerên qirkirinê, qet serî netewandibûna. Li gorî wan heqîqet pîvan bû, xet bû, sekinandin bû, jiyîna jiyanê li ser pîvanên azad, exlaqî û bedew bû. Ji ber vê yekê, ji bo heqîqetê jîndar bikin, bi fedaiyane dibeziyan. Yan wê jiyaneke rast li cih û demeke rast li ser bingeha rastiyan watedar bikirana, yan jî wê bigotana ‘qet’ û heta xwe bigihandana wê jiyanê, bibeziyana. Heta jiyaneke azad û sosyalîst-demokratîk.”
KCK: Destana berxwedanê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyekê berxwedêrên 14´ê Tirmehê bibîranîn û hat destnîşankrin ku bi Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê re serneketin û têkçûyîn ji holê hatine rakirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kadroyên peşeng ên PKK’ê, ji ber ku armanca zextên li wan dihat kirin baş didîtin, gelekî baş dizanîbûn ku serkeftina berxwedana wan dê encamên mezin ji bo şoreşa Kurdistanê derxistibûya holê, li hemberî zext û mirinan teslîm nebûne û bi vê çalakiyê bersîv dane. Di daxuyaniyê de çalakiya 14´ê Tirmehê weke destana berxwedanê hate binavkirin û hate ziman ku bi vê berxwedana ku nîşandan bûne yek ji xalên girîng ên têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya mirovahiyê."
KCK anî ziman ku berxwedana gerîlla û têkoşîna gelê kurd ku li hemberî hemû şert û mercan dimeşînin, bingeha xwe ji rihê 14´ê Tirmehê digire. Di daxuyaniyê de der barê wate û girîngiya 14´ê Tirmehê ya dîroka têkoşîna kurd de weha tê gotin: "Rêbaza têkoşîna di mercên giran de, nirxa herî mezin a dîrok û gelê Kurdistanê ye. Ger li gorî vê nirxa herî mezin tevger bê meşandin, li Kurdistanê cihê serneketin û têkçûyînê tune ye. Ji ber ku bi Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an re derket holê ku zor û zehmetî çi dibe bila bibe, serneketin û têkçûyîn ji holê hatiye rakirin. Eger ligel hemû zext û zordariyan Tevgera Azadiya Kurd têk naçe û zehmetî dibe sedema pêşketinê, ev yek bi saya berxwedêriya 14’ê Tîrmehê ye. Ji ber vê yekê, wekî gel û Tevgera Azadiyê, em çiqasî bi minetdarî wan bi bîr bînin, çiqasî bixebitin, çiqasî fedekariyê bikin jî em ê nikaribin deynê xwe bidin. Wekî tevger û gel, em ê her tim hewl bidin hêjayî wan bibin û di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna wan re têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bikin, bibin serkeftinê.”
KCD: Bingeha têkoşînê danîn
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand diyar kir ku bi çalakiya rojiya mirinê re berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bûnê havênê têkoşîna mezin a gelê Kurd.
KCD'ê di peyama xwe ya nivîskî de diyar kir ku gelê kurd 90 salin bi polîtîkayên tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû ma û xwestin gelê kurd bi polîtîkayên qirkirinê bê tune kirin. KCD da zanîn ku gelê kurd û pêşengên PKK'ê li hemberî vê zilmê berxwedanek bêhempa nîşan dan û ev çanda berxwedanê ji Şeyx Seîdan, heta Seyît Rizayan, Alîşeran heta Îhsan Nuriyan di têkoşîna 30 salan a gelê Kurd de pêşengî kiriye û 1980'ê de li Zindana Amedê berxwedêrên 14´ê Tirmehê dewam kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad li ser kevneşopiya vê berxwedanê tê meşandin.
Daxuyaniya KCD'ê weha dewam kir: "Di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de, li gel enternasyonalîstê mezin Kemal Pîr, şoreşgerên bijartî yên gel M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek gihiştin şehadetê. Bi vê çalakiya xwe re bûn havênê têkoşîna herî mezin a gelê kurd. Bîranîna Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, bi beşdariya xurt a pêvajoyê dibe. Wekî KCD em berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî bibîr tînin û bang li tevahiya gelê kurd dikin ku di riya zarokên xwe yên bijarte, bi giyana yekitiya netewî tevlî pêvajoyê bibe."
NAVENDA NÛÇEYAN
Hebûna gel îspat kirin
Gerîlayên HPG’ê, Berxwedana 14’ê Tirmehê nirxandin û diyarkirin ku 14’ê Tirmehê îspatkirina hebûna gelê kurd e.
Gerîlayên HPG’ê bi munabeta 31. salvegera 14´ê Tirmehê ji ajansa ANF’ê re axivîn. Gerîla Feraşîn Sozdar da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo wan pîroz e û diyar kir ku ya tevgera azadiyê ya gelê kurd mezin kir berxwedana 14´ê Tirmehê bû û bi berxwedana zindana Amedê partîbûn, artêşbûn ava bû. Gerîla Feraşîn weha axivî: "Di asta fikir û îradeyê de dan îspatkirin ku wê tu kes nikaribe wan û gelê ku berpirsyartiya wî dikin tune bikin. Bi dijmin dabûn qebûlkirin ku êdî ew kesayetên berxwedana gel in û tu caran teslimiyetê qebûl nakin. Tevî hemû êşkence, zorî û zehmetiya dîtin jî tu carî teslîm nebûn. Timî bûn nûnerên parastina mafê gelan. Ji bo kenê dijmin bi xwe neynin û zefqa serketinê bi dijmin nedin hîskirin, tevî êşkenceyên pir giran jî moralên xwe kêliyekê jî nexistin. Di roja me ya îro de jî rihê fedayî yê di nav PKK’ê de tê jiyîn bi berxwedana wan hevalên di zîndanê de pêş ket. Ji bo wê jî şehadet di nav PKK’ê de xwe nûkirin e û rihê berxwedanê mezinkirin e. Dema em dinêrîn berxwedana 2012’an a di zîndanan de bingeha xwe ji wê demê digire û berxwedana van hevalan bû xeta tevgerê.”
Şopdarên haqîqetê
Gerîlayê bi navê Kerîm Efrîn jî da zanîn ku di dîroka gelê kurd de ji bo tinekirina gelekî zilm û komkujî tim di dewrê de bûn û bi rihê 14’ê Tîrmehê ji nû ve bi berxwedaneke herî mezin bi canê xwe di zîndanan de bûn şopdarên heqîqetê û li ber xwe dan. Û di berdewama axaftina xwe de got ku wek gerîla ji bo wan roja 14’ê Tîrmehê wek rihê berxwedan û serketinê tê destgirtin û 14’ê Tirmehê derxistina nasnameya gelekî û îspatkirina wî bû.
Sozdar Efrîn jî diyar kir ku têkoşîna îro dewama berxwedana 14´ê Tirmehê ye û got, “Ji bo tevgera PKK’ê mezin bibe bi canê xwe bûn bersiv û canê xwe kirin berdêl. Bi lehengiya wan li her çar parçeyên Kurdistanê rêxistin mezin dibe û pêş dikeve.”
Teslîmiyet qebûl nekirin
Gerîlayê bi navê Şervan Zinar jî diyar kir ku rihê 14’ê Tîrmehê da îspatkirin ku wê her tim berxwedan çêbibe û tu carî teslimiyet nayê qebûlkirin. Gerîlla Zinar weha dewam kir: "Dan îspatkirin ku çi dibe bila bibe li hemberî pergala deshilatdar tu caran ew ê serî netewînin. Têkoşîn pêşxistin û heta dawiyê berxwedan erk û wezifeya me ya sereke ye. Berxwedana wan hevalan di serî de da îspatkirin ku şerê li hemberî xwe biserxistin û rihê tolhildanê dan avakirin e.”
Şîlan Gabar jî da zanîn ku weke gerîlayekê tişta ji wan tê xwestin rihê berxwedanê di xwe de dana avakirin e û got, “Bûna şopdarê heqîqeta wan hevalan e. Bi sekna wan hevalan heta niha jî xeta berxwedaniyê berdewam dike û her ku diçe bi têkoşîn û berxwedana PKK re mezin dibe.”
ANF/BEHDÎNAN