Rêveberê Karesata Şaredariya San Francisco û Dîroktorê Xizmetên Lezgîn Rob Dudgeon, piştî 3 rojan li Wanê lêkolîn kir, çavdêriyên xwe anîn ziman. Dudgeon, anî ziman ku mexdûriyeta welatiyan a piştî erdhejê gelek mezin e û ev rewş dilê wî diêşîne. Dudgeon, destnîşan kir ku li tu deverê cîhanê tiştekî wisa pêk nehatiye û wiha got: "Tiştê ku herî têde min şaş dike, li gel vê mexdûriyeta mezin û bandora mezin gelê ku bûye mexdûrê erdhejê, li gel hemû zahmetiyên dijwar, dîsa têkoşînek mezin didin û xwe bi jiyanê ve girê didin.
Dudgeon, destnîşan kir ku civakek wisa têkoşer û bi jiyanê ve girêdayî dê zû ji bin bandora vê erdhejê derkeve û rabe ser piyên xwe. Dudgeon, bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî mexdûran û wiha axivî: "Dewlet peyvira xwe ya li hemberî welatiyan bi cih bîne. Xwe di nava sînorê burokrasiyê de heps dike. Xwe ji bîr dike ku divê ji bo gel xizmetê bike. Ji bo xizmeta gel naxebitin. Ev nêzikatiya dewletê dibe sedem ku civak û gel dereng êş û birînên xwe bikeqînin. Ji ber ku dewlet xwe li cihê xwe heps dike û gel ji bîr dike. Ji ber vê yekê birokrasiya dewletê li hemberî xizmeta gel dibe asteng."

'Bi derfetên xwe birînên xwe derman dikin'

Dudgeon, bal kişand ser karesatên cîhanê û karesata Wanê û wiha axivî: "Her karesatek li gorî cih û şertên xwe tên guhertin. Her karesatek li gorî xwe pirsgirêkên wê hene. Mînak li Emerîkayê piştî bahoza Katerinayê hemû gel li li stada New Orlean’sê kom kirin. Mirovên wî welatî li wir jiyana xwe di çadiran de berdewam dikin. Lê li vir ne wisa ye. Welatiyan heviya xwe ji birokrasiyê qut kiriye. Welatî bi derfetên xwe birînên xwe derman dikin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. Dudgeon, destnîşan kir ku gel û civakên ku heviya xwe bi dewletê ve girê didin dereng bi ser xwe de tên û birînên wan dereng diceciber. 

DÎHA/WAN