
Pevçûnên Kelaşînê heke îro jî nebûya dê sibe biqewmiya; jiber ku ew çend sal in di gotarên PDK-Î û PKK dijayetiyek aşkera xuya bû. Pirsa herî mezin û cidî ewe ku gelo ew bûyer dê bibe dawîya pevçûnan an jî dê bibe destpêka pevçûnên din di pêşeroj de?
Herêm bi giştî dikele. Her komeke çekdar a biçûk jî dikare ji bo komên mezin tahluke be. Di roja me de li Rojhelata Navîn de her komek çekdar dikare bibe gef ji bo komên din. Komên mezin jî ji serhildana komên biçûk hez nakin.
Dewlet êdî nikarin sînorên xwe biparêzin, ji xeynî vê nikarin navenda bajarên xwe jî biparêzin. Lê herî dawî ew kom an dewletên ku proje û stratejiya wan a demdirêj hene serdikevin. Di wê çarçoveyê de, bûyera rû da ya PKK û PDK-Î ne pevçûnek ji bo gumrikê ye, pevçûneke ji bo beş, dîrok, sînor, paşeroj û ji bo buyîna hêzek ku di gohertinên navçeyî de rol dilîze ye. PDK-Î êdî naxwaze ku li paşê bimîne, lê yên ku wan dehf didin, cîh û dem, herwiha yên ku piştevaniya wan dikirin, bijarteyên baş nebûn.
Seyid Ezîz, fermandarê hêzên ku biryar dabû herin nav Rojhelat, ji bo Rudaw TV a girêdayî Nêçîrvan Barzanî ye wiha axivî: “Me ew dorpêç bi şêwazek dije-kemîn bi kar anî, ku di pêş de me komek şand û ji aliyê din ve me pişta wan girt, ku ger li me bixin em jî li wan bixin.” Gotinên xwe wiha didomîne: “Ew ne Kurdin û ne xwe jî weke birayê Kurdan dizanin, lewma jî astengin li hemberî hemû Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê.” Her wiha îsrar dike ku PKK; “beşek ji hêzên întîzamî ango parastina Îranê ne.”
Divê destûrê ji PKK’ê bigrin
Min berê nivîsand ku amanca Kelaşîn û vegera PDK-Î ji bo Rojhelat nîne, dibe ku du amanc hene: Amanca yekem ew bû ku PKK û PDK-Î bikevin pevçûnê, ku di heman demê de bandora xwe li ser hilbjartinên Tirkiyeyê bike û di paşerojê de jî [amanca duyem], havgirtinek li dijî PKK’ê li Şengal çê bibe, ji ber ku PDK û PKK heya niha li ser paşeroja Şengal tu lihevkirina wan tune buye. Ne PDK ne jî Tirkiye/Erdogan dipejirînin ku PKK li Şengalê bihêz bimîne. Bêguman aniha PKK hêzek bi bandore di nava Şengal û di nav Êzîdiyan de. Herwiha di hilbijartinên Tirkiyeyê de di nav HDP’ê de cara yekeme ku namzetên Êzîdî hene.
Êdî ew şer qewimî û em nikarin demê paş de vegerînin beriya wî şerî. Lewma jî ya girîng ewe ku em nehêlin şerên din biqewimin. Lê mixabin li gorî wan pirsgrêkên PKK û PDK li Şengalê îhtîmalek mezin didim ku li wir şer biqewime. PDK-Î divê baş bizanibe ku ew weke amûreke di destê PDK’ê de ye. Raste ku niha PKK di wî şerî de tu qezenc nekir, lê PKK ji bo demdirêj ew da qebul kirin ku her kes bixwaze here Qendîl û navçeyên bin qontrola PKK’ê, divê destûrê jê bigre, an jî dê şer biqewime.
Dê bi xwe zirarê bibîne
Baweriya min bi PKK û PDK-Î heye ku di demek kurt de wan pirsgrêkan çareser bikin. Divê li benda çapemeniyên sîxur û yên ku agirê şer geştir dikin û aliyên sêyemîn nehêlin. PDK-Î çi bi xwestina xwe yan jî bi xwestina hinek din ketibe wî şerî, xwe xistiye nava lîstokekê ku ji her aliyekî bêtir dê bi xwe zirarê bibîne.
PDK-Î, bi çi mantiqekî hêza xwe dişînin ku li cem wê hêzê gumrik danên? Gelo rêveberiya PDK-Î nedizanî ku ew rîskek pir mezine ku ji bo jiyana wan pêşmergeyên ku diçin wir dixulqîne?
Protokola leşkerî
Em di hêla leşkerî de hinek wê mijarê binirxînin, ew koma gerîla ku li ser sînorin, ger ku fermana rêveberiyê nebe, ne tenê qebûl nakin ku hêzên çekdarî nêzî wan bin. Dibe ku mirovên asayî jî nikarin nêzî qerargeha wan bibin. Ewe protokolekî leşkerî ye û ne tenê a PKK’ê ye.
Derbas nebûn bi cih bûn
Ligel ku Demhat Egîd aşkera dibêje ku wan pêşiya PDK-Î negirtine ku derbasî sînorên Rojhelatê bibin. Demhat dibêje; “Ew hêza PDK-Î destpêkê gotin ‘em dixwazin ji wir derbasî Rojhelat bin’, me jî rê da wan, lê piştre ew ji sînor derbas nebûne û li wir baregahên xwe danîn.” PDK-Î jî heya niha bi fermî negotiye ku pirsgrêk ji bo ku PKK nehêla ew derbasî Rojhelat bibin çê bûye.
Têkiliyên dîplomatîk
Lê dîsa jî ji sala 2011’an û wir da di navbera PKK û Îranê de peymanek hebûye ku ger Îran herêmên sînor topbaran neke. Wê demê nabe tu hêz di sînorên PKK de dijî Komara Îsalmiya Îranê operasyon bikin. Ew peyman di demekê de çê bû ku PKK bi Sûriye û Tirkiyeyê re di şer de bû, rewşa PKK’ê pir xerab bû. PKK nedikarî bi welatê sêyemîn re jî bikeve di nav şer. Bi taybetî dema dît ku artêşâ Îranê û artêşa Tirkiyeyê operasyonên hevbeş li dij PKK’ê lidar dixistin. Ew bu sedema ku PKK zêdetir xwe ji bo Rojava amade bike. Me dît ku çawa Kurd li rojavayê Kurdistanê bûne beşek ji rastiya heyî û tu kes nikare di paşeroja Sûriyeyê de wan înkar bike û ji ya ku aniha di destê wan de heyî kêmtir bide wan. PKK her wiha çalakiyên PJAK jî di nav sînorên xwe de rawestand.
Lewma jî dibe ku PKK destûr nede hêzên din yên Rojhelat ku ji sînorên wan ve êrişî Îranê bê kirin. Her wek çawa lihevkirinek jî navbera Hikûmeta Herêm (PDK-YNK) û Îran heye ku hêzên opozisyona Îranê nabe di sînorên hikûmeta herêmê de tu çalakiya wan hebe. Ji sala 1993’an û wir da bizava rizgarixwaziya rojhelatê Kurdistanê ji alî PDK û YNK ve bûne qurbanî.
Tiştên ne di cih de dikin
Di civînên amadekariya Kongreya Netewî de, PDK-Î aşkera pişta PDK’ê girt û li dijî PKK’ê bû. Ew destpêka pirsgrêkên PDK-Î û PKKê bû. Heke PDK-Î dixwast ku hêz bişîne ji bo Rojhelat, dibe ku ew nakokiyên xwe ligel PKK’ê ji bîr nekirina.
Luqman Mîhfer, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î, çend meh beriya aniha di civîneke çapemenî de li Koyê, asayişa YNK’ê rexne kir, ku çawa û bi çi mafî dikarin biçin nav qampa PDK-Î, ji ber ku di hêla ewlehî û qanûnî de, li dijî protokolên qampa dijberên Komara Îslamî ya Îranê ye û ew der herêmek ewlehî û leşkerî ye. Di rastî de hêzên asayîşa YNK’ê ji bo binçavkirina kesekî diçûn ku di nav qampa PDK-Î de dijî û biryara mehkemê jî bi wan re hebûye. Qampa PDK-Î li Koyê ku di sînorên Hikûmeta Herêm de ye, asayişa wan jî erka Hikûmeta Herêm e. Yên ku di qampê de dijîn jî berpirsyarên hemberî yasayên Hikûmeta Herêm û herwiha ew edet û çandên ku li wê navçeyê hene. PDK-Î wê mijarê nedipejirand, lê çawa dibe bêyî ku bi PKK’ê re lihevkiribin hêz dişînin navçeyên di bin qontrola PKK’ê de? Niha jî di rêya navbera Çoman-Ranya ku li sînorên PKK’ê ne, asayişên PKK’ê hene û tu hêzên eskerî bêyî lihevkirina bi PKK’ê re nikare here Ranyayê an tersê wî, niha çawa dibe ku PKK qebûl bike hêza ku wan weke dijmin, caş û xwefiroş mêze dikin li cem wan gumrik deyne?
Divê rêveberiya PDK-Î wê berpisyariyê bigrin ser xwe ku çawa dibe bêyî lihevkirina berê, hêzek dişîne nava “pasdaran û dijminên Kurda (weke Seyid Ezîz gotî).”
Berê jî min gotiye, ne şandina hêz rast bû, ne jî ew pevçûn û şerkirin. Dema ku xwîn jî rijiya, ew jî xwîna birayên te, ew êdî şermezariye ji bo hemûyan. Divê rê ji wê xwînrijtinê bê girtin, neku pirsgrêkan kurtir bikin.
Dîmenên xwe bi reş kirina PKK’ê xweşik nekin
Pisgrêka navbera PKK û hêzên Rojhelat ku nakokiya wan li ser PJAK û çalakiyên PKK’ê di nava axa Rojhelat de kûr e, bi şer çareser nabe. Dizanim ku PDK-Î bi bêzare ku piranî Kurdên Rojhelat ku li diyaspora dijîn alîgirên PKK û PJAK’ê ne û pir jî bi çalakiyên PJAK’ê li navçeyên rojhelatê Kurdistanê diêşe. Lê ji bo çareser kirina wê rewşê, tenê yek rêya çareserî heye, ew jî ewe ku PDK-Î xwe bi rêxistin bike, stratejî û nexşe hebe ji bo nava partiya wan de û rojhelatê Kurdistanê de. 25 sal durketina PDK-Î ji xebata nîştimanî û netewî bi dijminatiya PKK û PJAK’ê nayê qebûlkirin. Dibe ku ew carek din rêbaza Şehîdê Serkirde Qasimlo bidomînin û hêvî ji bo Rojhelat çê bikin. Gel û Rojhelat, Partî û Peyrew û Program her hene, ya ku tune ye Qasimlo ye.
Rêveberiya PDK-Î berpirsin hember ew pasîfbûna partiya wan, û pêwîste ku dîmenên xwe bi reş kirina PKK’ê xweşik nekin.
Tiştê pêwîst
Karesatek nexweş ku dil biêşîne qewimiye, hemû welatparêz û mirovdost pê êşiyane û xemgîn bûne. Girînge ku rêveberiya PDK-Î û KCK, her wek çawa di destpêk de PDK-Î rêbaza rastîn a diyalog û name nivîsandin hilbijartibû, bi heman awayî dîsa jî rêbaza diyalogê hilbijêrin. Piştî diyalogê ger lihevkirin çênebû, em jî dikarin hêza ku ji bo diyalog û lihevkirinê ne amade ye şermezar bikin. Lê di rewşeke weke ya li Keleşînê pêkhat, û aliyen sêyemîn û medyayên bin siya wan ku ji bo agir geştir bibe dixebitîn, heqîqeta mijaran hunda dibin û tu kes nikare ku piştevaniya hêzek dijî ya din bike. Daxuyanî di çarçoveya ku qewimî de ye sînordar dibin û tiştên ku pêwîst bû bibuna em naynin ziman.