Berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac got: “Armanca Rûsya û rejîma Sûriyê ew e ku rêya Heleb-Şam û rêya Heleb-Lazîqiyê vekin.”

CAFER CAFO / ANHA / ŞEHBA

Girêdayî bûyerên ku bi lez li gundewarê Hema û parêzgeha Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê rû didin berdevkê fermandariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac axivî.

Ebû Erac got: “Gelê Sûriyê bi giştî, li başûrê gundewarê Idlibê û bakurê gundewarê Hemayê li benda encamên Astana 13 bûn. Lê piraniya wan dizanin ku hemû civînên Astaneyê li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê bûn û em îro wî tiştî di bakurê gundewarê Hemayê û başûrê Idlibê de dibînin.”

Haya rejîma Sûrî ji nîqaşan tineye

Ebû Erac bi bîr xist ku di tevahiya civînên Astanayê de li ser agirbestê lihevkirin çêbûne û got: “Lê wê heya çend saetan tenê dirêj dikir û ji nû ve şer ji berê dijwartir destpê dikir. Di Astanayê de di navbera dewletên garantor de lihevkirinek nepenî heye. Em vê lihevkirinê di bûyerên li bakurê gundewarê Hemayê û başûrê Idlibê de, dibînin. Heta şandeyên opozîsyonê û rejîma Sûriyê haya wan ji van nîqaşên veşartî tune ye. Lihevkirin di navbera dewletên garantor de ye, ne ku di navbera rejîmê û opozîsoynê de pêk tên.”

Rûsya rêya Şam-Helebê dixwaze

Ebû Erac wiha weha dewam kir: “Lihevkirina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, ne girêdayî radestkirina tevahiya Idlibê ye. Lê belê Rûsiya armanca xwe ew e, dixwaze xwe bigihîne rêya Heleb- Şam û Heleb –Lazîqiyê. Tevgera rejîma Sûrî li herêma di navbera Xan Şêxûn û Mearêt Noiman de isbata wê ye.”

Rê li qirkirinê bigirin

Ebû Erac diyar kir ku civaka navdewletî berpirsa rûdanên li Hema û Idlibê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li civaka navdewletî dikim ku rê li pêşiya qirkirina wê rû bide bigire.”