Eşkere bûye; kiryarên çeteyên DAIŞê, ne karê sergedeyan e. Jina Êzdî ku bi sê zarokên xwe ve, ji destê çeteyên DAIŞê reviya, got “heywan in”... Heywan nikarin organîze, sewk-îdare, lojîstîk û amadekariya çekên konvansiyonel bikin. Kî, kîjan aqil û hêz; bi polîsên dewleta AKPê, li Bakurê Kurdistanê ciwanên Kurd dide kuştin; kî, kîjan aqil û hêz, li qijleyên tirk, eskerên kurd dide kuştin; ew kes, aqil û hêz, li Rojava û Başûrê Kurdistanê çeteyên DAIŞê rêve dibe. Ev rengnameya şerê nû li dijî Kurdan e. Ev nêzîkatiya teolojîk e kar û planekî dûr û dirêj e. Bi gotina George Orwel, ev şer li ser bingeha “perwerdeya kînê” tê avakirin, bi “spekulasyona behiştê” tê semax kirin û bi slogana “Allahu ekber” didine êrîş kirin. Gunehkarî û bêbextî di zik hev de dijî û bi rîsaleyên nû jî tê xwedîkirin. Di van rojên ku dewleta AKPê û Teşkîlata Gulen bi nav serûguhên hev ketine, tê xwestin ku fature ji Kurdan re werê qut kirin. Dixwazin Kurdan bikin bizina nojek. Medya ku di şerê çil salî de, çavên wê, li pişta stuwê wê bûn; di şerê navbera Erdogan û Gulen de; bi awayekî bêşermî têkiliya Kurdan û Teşîkîlata Gulen diavêjin holê. Bêhna pîso jê tê. Teşqele û kûnekiya Wezîrê Enformasyonê yê Naziyan Goebbels, ku digot:”Medyayek bê vijdan amade bike, ez civakek bû hiş û raman pêşkêşî te bikim,” tîne bîra mirov.
Tê xwestin ku risale, bibin fatureya hilbijartina 2015an.
Dewleta AKPê careke din qencî û xerabiyê, başî û kirêtiyê, reş û spî tevlîhev dike... Lewma rûmet û maqulî, dilsozî û ciwamerî dibin siha tarî de dihêle. Simbila genim û geyayê zaqqumê tevlîhev dike. Ce û quncirê tevlîhev dike. Di girtina birîndarên Kobanê ku bi destura dewletê li Pirsûsê dihatin derman kirin de, ev rîsale eşkere bû.
Di rewşeke wiha ya mij û moranî de, wek Manî dibêje, “gurên du lingî, di postikên mirovan de”, wek xelîfeyên demê derketin holê. Teşkîlata Gulen bi dibistanan, bi qursên Qur’anê, bi malên ciwanan, sosyolojiya civaka Kurd xerab dike. Pat-î Erdogan jî bi komelayan, bi alif û delavên tejî êm; bi quncikên rojname, bi TRT 6, bi weqfan kîmya mêjiyê kesên ku dilopên hibrê alîstine xerab dike. Malbatan bi hestên feodalîteya ketî jî îşk dide. Çeteyên DAIŞê, El-Nusra, Hizb-ul Kontra ava dike.
Di van rojên ku rûmet û namusa Tirkiyê hatiye pênc peran; siyasetmedarên tirk, desthilatdarî û muxalefet teva, bi bazara “te kir, min nekir” lîstika minafiqî dilîzin.
Ev minafiqî û baskên rengnamê gihane Sydney!... Ev kansera teolojîk e, Emerîka jî di nav de, tevahiya Ewropa û Rusya ditirsîne. Vê tirsê, wezîrê karên derve yê Emerîka John Kerry û wezîrê karên derve yê Rusya Sergey Lavrov, roja Yekşema bûrî li Roma anîne cem hev. Vîrûsa Ebola, yan jî kansera çeteyên DAIŞê belav dibe.
Bêguman di navbera wezîran de mijara Ukrayna hate axaftin, lê di civîna çapemeniyê de Lavrov got; Mijara sereke Rojhilata Navîn bû. Dewleta AKPe, bi rengnameya nû rojeva Pêşnûmeya Birêz Ocalan jî guhert. Divê Kurd vê pêvajoya ku bi bûyerên rîtmîk reng diguhere baş bixwînin.