Şêva din saet di 01.00 de asayîşa PDK’ê bi ser çalakiyê de girt û di encamê de tevî Hevserokên PÇDK’ê Diyar Xerip û Necibe Omer gelek kes binçav kirin. Piştî 2 seat binçavkirinê çalakvan derxistin dervî Hewlêr û li derve berdan.
Şevê din saet di 01.00'an de hêzên asayişa hewlerê bi ser çalakgeran de girt û Hevserokên PÇDK’ê Necîbe Omer û Diyar Xerîb jî di navde nêzîkî 50 çalakgerên greva birçîbûnê yên li Hewlêrê, binçav kirin. Piştî 2 seat binçavkirinê çalakvan derxistin dervî Hewlêr. Hate diyarkirin ku çalakvan bi maşinê asayişê birin ser rêya Kerkûkê û dibin baranê li seat 3 şevê hatin hiştin. Ji çalakvanan Şêx Mihemed di destverdanê de birîndar bû.
Bi boneya piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor ên li girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û Strasbourgê, li Hewlêrê greva birçîbûnê di 7’ê nîsanê de hatibû destpêkirin. Çalakî rastî eleqeyek mezin a rewşember, siyasetmedar, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hatibû.

DÎHA/HEWLÊR