Leyla Guven di her serdanê de ji wan kesan re ku piştgiriya wê dikin, dibêje, em ê bi ser kevin. Fadîle Tok a li Mexmûrê jî bi moralê xwe yê xurt vê peyamê dide; "heta tecrîd neşike ez dev ji çalakiya xwe bernaedim.”
Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 117’an de dewam dike. Jinan, ji bo ku Leyla bijî dest bi kompanyeya îmzeyan kirin û Înîsiyatîfa Deng Bidin Leylayê” ava kirin. Hunermendên Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû çûn serdana Leyla Guven. Rewşa Nasir Yagiz bi xwe, ku di roja 104´an a çalakiya xwe de ye, êdî nema mirovan nas dike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir, di roja 117’an de ye.
Wekî din çalakiya endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê di roja 104’an de dewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurgê û ya Îmam Şîş a li Welatê Galiyan di roja 78’an de, çalakiya koma pêşî ya li hepsan dest bi grevê kirî di roja 79’an de dewam dike. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya hepsên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger kir.
Jin û dayîkên ku dem bi dem çûn serdana Guven, ji bo ku Guven bijî û tecrîd bê rakirin, dest bi kampanyeya îmzeyan kir û Înîsiyatîfa "Deng Bidin Leylayê" ava kir.
Çat û Arzû pişta Leylayê girt
Hunermendên Kurd Kadîr Çat û endamê Koma Pel Îlyas Arzû çûn serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.
Di dema serdanê de Kadîr Çat strana "Kemal Pîr Yoldaş" ji Leyla Guvenê re got. Ev stran li ser berxwedêrên zindana Amedê hatiye çêkirin.
Nasir Yagiz êdî mirovan nas nake
Rewşa siheta Nasir Yagiz ê ku ev 104 roj in li Hewlêre di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe girantir dibe. Yagiz êdî nema mirovan nas dike.
Yagiz ku ev bi heftiyan e bi kotekî ji nav cihê xwe radibe, baş nema dibîne û baş nema dibihîse jî. Yagiz li gel ku zû hişyar dibe jî heta piştî nîvrojê nikare ji nav nivînan rabe.
Yên ku li ber Yagiz dimînin, dibêjin, Yagiz kesên ku têne serdana wî, êdî nema nas dike.
Moralê Tok baş e
Rewşa Fadîle Tok jî ku ev 43 roj in di greva birçîbûnê de ye, giran dibe. Tevî ku siheta wê nebaş dibe jî moralê wê baş e û dibêje, heta ku tecrîd neşike ew dev ji çalakiya xwe bernade.
Grevên birçîbûnê piştî Hewlêrê û Mexmûrê li gelek herêman berbelav bûn. Li Kelarê endezyar Herêm Mehmûd 24'ê Sibatê dest bi greva birçîbûbê ya bêdawî û nedorveger kir.
Li Hewlêrê greva birçîbûnê bê dawî û dorveger jî di roja 104´an de, bi koma 53'an didome. Greva dorveger û bêdawî ya li Silêmanî jî kete roja 81’ê. Di roja 80’yî de koma 40'î dest bi grevê kiribû. Greva li Silêmanî bi pêşengiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê didome.
NAVENDA NÛÇEYAN