Çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 1´ê Adarê ve di greva birçîbûnê de, sibe daxuyaniya çapameniyê didin. Hat diyarkirin ku wê çalakger bangên der barê çalakiya greva birçîbûnê de binirxînin.
15 çalakgerên greva birçîbûnê yê „Înîsîyatîfa ji Ocalan re Azadî“ ku ji 1´ê Adarê ve ketin çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, sibe daxuyaniya çapameniyê didin. Komîteya Piştgiriya bi Çalakiya Greva Birçîbûnê re diyar kir ku di roja 52. ya greva birçîbûnê de çalakgeran wê bangên Konseya Ewrûpayê û Parlamena Ewrûpayê yê ji bo bi dawîanîna çalakiyê kiribûn binirxînin. Hat diyarkirin ku wê daxuyaniya çapameniyê roja Şemiyê saet di 12.00´an de were dayîn.

YE, KE û PE ji bo bidawîkirina grevê bang kirin

Serokê Konseya Ewrûpayê Thorbjørn Jagland, di 13´ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji tendûristiya çalakgeran bi tirs û fikar in û xwestibû çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Serokê Parlamena Ewrûpayê
 Martin Schulz jî pêr bi parlamentera BDP Leyla Zana re hevdîtin pêk anîbû û xwestibû grev bi dawî bibe. Komên Demokratên Civakî û Lîberal yê li Parlamenê jî anîbûn ziman ku çalakî gihaştiye armanca xwe û di heman çarçoveyê de bang kiribûn. 



Çalakî 51 rojin dewam dike 

Ji aliyê din ve di roja 51. ya çalakiyê de dîsa ji bo piştgiriya çalakgeran serdan dewam kirin. Ji Swîsreyê girseyeke qelabalix çû serdanê. Her weha Parlamenterê BDP´ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, Parlamenterê Fransî François Papon, Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Serokê FEYKA´yê Mehmet Ulker û Serokê Komeleya Çanda Ermeniyan Chahen Nadjarian jî ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin çûn serdanê. Zenderlîoglu di serdana xwe de xîtabî girseyî kir û weha axivî: „Ev têkoşîn pîroz e. Ji bo reyên aştiyane û demokratîk neman ev kes êdî bedena xwe dan ber mirinê û bi vî rengî têkoşiyan.“ Zenderlîoglu bal kişand ser nerazîbûnên li dijî tecrîdê û diyar kir ku kes nikare gelê Kurd ji Ocalan qut bike.
Parlamenterê Fransî û Şarêdarê Sarcelles Pupponî jî bi çalakgerên greva birçîbûnê re axivî û xwest çalakiya xwe bi dawî bikin. Ji çalakgeran Fuat Kav der barê çalakiyê de agahî da û daxwazên xwe rave kir.
Ji aliyê din ve doh xebatkarên çapameniyê ku çalakiya dorveger a 5 rojan dewam kiribûn, nobeta xwe dewr kirin.

STRASBOURG





Li 8 bajaran greva birçîbûnê


Komeleyên girêdayî TUHAD-FED’ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan li Amed, Îzmîr, Stenbol, Enqere, Edene, Sêrt, Bazid û Mûşê ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. 
Komeleyên girêdayî TUHAD-FED’ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriyê bidin çalakiyên li girtîgehan û Strasborgê ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi daxuyaniyê dest pê kir
Li avahiya TUHAD-DER’ê ya Amedê li ser mijarê daxuyanî hate dayîn. Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker jî tevlî daxuyaniyê bû. Serokê TUHAD-DER’ê yê Amedê Sirri Dogan, diyar kir ku ji 15’ê Sibatê heta niha li girtîgehan 500 girtî çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Dogan, anî ziman ku hikûmet daxwazên girtiyan li ber çavan nagire û wiha got: „Tu wijdan vê yekê qebûl nakin. Berpirsiyarê xwîna tê rêjandin hikûmet e. Em vê helwesata durû û sexte şermezar dikin.“ Dogan, da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Strasbourgê berdewam dikin rojekê çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin. 



Li Stenbol û Îzmîrê nobet hate girtin

Li Stenbolê jî Endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD)’ê  li avahiya xwe ya Aksarayê ji bo rojekê greva birçîbûnê lidar xist. Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan çalakiyê. Koma ji 30 kesan pêk tê ji doh bi çev heta serê sibê nobet girtin.
Serokê TUAD’ê Mahmut Taştan daxuyanî da, bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpayê(CPT) rexne kir û wiha axivî: „Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê jî hevkarê polîtîkayên înkar û tunekirinê ne. Em dixwazin di demeke kurt de astengiyên li pêşiya tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan bê rakirin. Yekîtiya Ewropayê jî bi bêdengiya xwe hevkariya polîtîkayên înkar û tunekirinê dike.“
TAY-DER’a Îzmîrê jî bi heman armancê nobeta çalakiyê da destpêkirin. Endamên TAY-DER’ê li avahiya Rêxistina BDP‘ê ya Îzmîrê li ser mijarê  daxuyanî dan. Serokê TAY-DER’ê Abdurrahman Koçak, diyar kir ku çalakiyên li girtîgehan û li Strasbourgê hatine asteke gelek krîtîk. Koçak bang li hikûmeta AKP’ê û hêzên navneteweyî kir ku daxwazên çalakgeran bi cîh bînin.

Li Bazidê jî dest pê kir

Li Bazidê Endamên TUHAYD-DER’ê li avahiya xwe dest bi greva birçîbûnê kirin. Rêvebirê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz axivî û anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan beşek ya şer e û wiha axivî: „Hevalên me dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û şert û mercên wî bên sererastkirin. Ji bo em jî ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe yên Strasbourg û girtîgehan ketin greva birçîbûnê.“

Çalakgerên li Sêrtê banga berpirsyariyê kirin
Li Sêrtê jî çalakî li avahiya TUHAD-DER’ê hate destpêkirin. Rêveberên BDP’ê û ÎHD’ê jî piştgîrî dan çalakiyê. Serokê TUHAD-DER’a Sêrtê Îrfan Kaya, diyar kir ku kesên li girtîgehan dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirine, rewşa wan a tendurîstiyê di asteke gelek krîtîk de ye û wiha got: „Em dixwazin hemû raya giştî di vê mijarê de hestyar be û bang li hemû saziyên navneteweyî û neteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.“