Beşdarên grevê hest û nêrînê xwe ji ANF’ê re ragihandin. Tariq Yusifî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bi lêv kir ku du rê li pêşiya wan heye, yek mirin, ya din jî jiyaneke bi rûmet. Lê riya jiyana bi rûmet bi berxwedanê pêk tê. Yusufî da zanîn ku 228 roj in Ocalan di tecrîdê de ye û bang li CPT’yê kir ku peywîra xwe ya ji bo mirovahiyê bine çih.
Yusifî wiha pêde çû: “Bila AKP vê yekê baş bizanbe ku çalakiyên fedayîne dê zêdetir û radîkaltir bibin” û ev bang li gelê Kurd jî ki: “Her tiştê ku em dikin, ji bo rûmeta gelê me ye. Cejna Newrozê li pêşiya me ye. Divê em çalakiyên xwe xurt bikin”.
Yek jî çalakvanê di grevê de jî Ahmet Kiliç ê 33 salî ye. Kiliç destnîşan dike ku pirsgirêkên tenduristiyê êdî xwe didin der û ev tişt anî ziman: “Lê em di vê rewşê de tenê aliyê siyasî esas digirin. Rêberê me nêzê 8 meh in li ber xwe dide û ev berxwedan rihê me xurt dike.” Kiliç bal kişand ser hatina Newrozê jî û banga yekitiyê li Kurdan kir.
Çalakvanê bi navê Hasan Acar ê 45 salî jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze bi gefan vîna gelê Kurd bişkîne û ev tişt bi lêv kir: “Em li ser riya Mazluman û Xeyriyan dimeşin, em ji mirinê natirsin.”
Harûn Yilmaz ê di sala 1999 de piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di temenê xwe yê 16 salî de tevlî nava refên gerîlayan dibe jî destnîşankir ku ew ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomîne û armanca wan ne mirin, lê jiyanek xweştir e.

ANF/STRASBOURG