Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd, piştî 33 rojan, bi daxuyaniyekî bi dawî bû. Di daxuayniyê de hat destnîşankirin ku ew greva xwe ya birçîbûnê serketî dibînin û ji bo wê jî dawî li vê çalakiyê tînin. Di daxuyaniya girtiyên Kurd ên li Girtîgeha Urmiyê de wiha hat gotin: “Em girtiyên siyasî di zindana Urmiyê de 33 roj e ji bo bidawîanîna zext û gefên dewleta Îranê di greva birçîbûnê de ne. Di encama nerazîbûnên me de, berpirsên Îranê bi me re axivîn û diyar kirin ku nêzî 40 kes ji zindaniyên edlî veguhestine beşên din û 13 girtiyên siyasî jî ku beriya niha şandibûn beşên din dîsa vegerandine beşa 12. a zindanê. Her wiha soz dane ku eger greva birçîbûnê bidawî bibe, ew ê daxwazên me têxin meriyetê." Girtiyan destnîşan kir ku wan daxuyaniya KODAR’ê li ber çav girtine û çalakiya xwe bidawî kirin.e


KODAR´ê bang li girtiyan kir

Kongreya Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê KODAR, banga bidawîkirina greva birçîbûnê li girtiyên zîndana Urmiyeyê kir. Hevserokatiya KODAR´ê, têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya KODAR’ê de hate gotin ku beşek ji daxwazên girtiyan ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye qebûlkirin û lewma girtî dikarin dawî li çalakiya xwe bînin. 


Çalakî gihîşt armanca xwe

Daxuyaniya KODAR’ê ku çalakiya berxwedêran silav dike wiha ye: “Wek tê zanîn greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd 33 rojan berdewam kir û metirsiyek li ser jiyana girtiyan çêbû. Bi taybet rewşa tenduristiya hinek ji girtiyan ber bi xirabiyê ve diçû. Daxwaza girtiyên Kurd ew bû ku girtiyên li ser madeyên hişber û tawanên din ji nav girtiyên siyasî bêne derxistin û zextên navendên ewlekariya girtîgehê kêm bibe. Li gor agahiyên ku gihiştin me heta niha beşek ji daxwazên girtiyan pêk hatin. Ji bo vê jî em wek KODAR, li gel pîrozkirina vê çalakiyê, em radigihînin ku çalakî gihiştiye armanca xwe. Em bang li çalakvanan dikin ku dawî bi çalakiya xwe bînin û jiyana xwe nexin nava metirsiyê de." Her wiha di daxuyaniyê de ji ber kirinên li dijî gelê Kurd û bi taybet jî girtiyên Kurd dewleta Îranê hat hişyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN