EDENE: Cîgirê Serokê Komê ya BDP'ê Hasîp Kaplan, çû serdana kesên ku di çarçoveya 'Konê Berxwedanê ya Demokratîk' de çalakiya grêva birçîbûnê li dar dixin û li wir da zanîn ku ew ê wekî BDP'ê di vê pêvajoyê de her tim li qadan bin.
Kaplan, her wiha diyar kir ku niha li her bajar û navçeyêde çalakiyên rûniştinê an jî grêva birçîbûnê heye û wiha got: " Niha hevalên me yên parlementer Faysal Sariyildiz û Selma İrmak jî di girtîgehê de di grêva birçîbûnê de ne. Ev hemû çalakiyên me ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye. Em ê jî di 20 û 21'ê Sibatê de di çalakiya grêva birçîbûnê de bin. "
NISÊBÎN: Çalakiya gireva birçîbûnê li Salona Konferansê ya Apê Musa ya Navenda Çandê ya Mitannî di 11'ê Sibatê de hatibû destpêkirin ket roja 9'an. Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan çalakvan ziyaret kir û Hozan Kasim Koç konserek biçûk da çalakvanan. Welatiyên Bajaroka Stilîlê û taxa 8 Martê çalakiya girevê ji destê welatiyên Dîclekent, Kertwênê wergirt.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî çalakiya ku di 11'ê Sibatê de li avahiya BDP'ê ya Cizîrê dest pê kiribû di roja 9'an de didome. Çalakî ji aliyê endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê yê Sîlopiyê ve hate dewir girtin.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî çalakiya gireva birçîbûnê didome. Koma 2'emin dê di saetên êvarî de çalakiyê dewrîe koma 3'emîn bike. Rêveberên BDP'ê diyar kirin ku dê çalakiyê bi dorveger heta 21'ê Adarê bidomînin.
PEYAS: Li navçeya Peyasê jî çalakiya ku li avahiya BDP'ê ya Peyasa Amedê dest pê kiribû didome. Çalakiya gireva birçûbûnê ku duh ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Sûrê ve hate wergirtin rastî eleqeyek mezin tê. Çalakî dê dê di 21'ê Sibatê de dewrî BDP'a Yenişehirê bê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN