Di dawiya girva bircî bûnê de mitingek hate li darxistin. Mitîng li navenda bajarê Almanya Hannoverê ştaintur saet 13:45 'an pêk hat. Di çalakiya protesto kirinê de berdevkê karê derve yê BDP'ê Medenî Kiricî, Serokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç, Nûnerê Partiya Alman DIE LINKE'ê a Eylata Niedersachsen Yilmaz Kaba û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bun.
Di Mitînga Protestokirinê de Serokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç xîtabî beşdarvanan kir û got: ''Îro em di rewşeka girîng re derbas dibin. Tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, qirkirina li ser gelê me zêdetir dibe. Dive li dij tercîd û qirkirinê em bêdeng nemînin. Em di wê baweriyê de ne ku çalakiya li Hannoverê gîhişt armanca xwe. Divê çalakiyên bi wî rengî werin berdawam kirin heta tercîda ser Rêberê Kurd rabe''.
Rojên dijwar lehengê xwe derdixin
Herwiha di mitînga protestokirinê de berdevkê karê derve BDP'ê Medenî Kirici axaftinek kir. Kirci got: ''Rojên dijwar lehengê xwe diafirînin. Em di rojên dijwar de derbas dibin. Di wan rojên dijwar de keda kesên pişt perdê pir grînge, em wan kesan ji dil û can silav diken. Îro ser gelê me siyaseteke qirkirînê tê meşandin. Ev siyaseta qirêj ji zû ve li ser me tê meşan dine. Em baş di zanin ev siyaseta qîrêj bi berxwedan lehengan vala hatiye derxistin. Ev berxwedan îro jî berdewam dike. Her roja ku diçe em mezintir û berfirehtir dibin. Kurd ne Kurdê berê ye, Kurd bi rêxistin e. Kurd bûye xwedî polîtîka û roleka mezin di Rojhilata Navîn de dileyize. Ji ber wê êrîşê hevqasî mezin li hemberî me pêk tên. Bi yektiya gelê xwe emê van êrîşan vala derxin''.
Herwiha Kiricî di axaftina xwe de ev bang li dewleta Alman kir: "Tenê ne ji bo fîrotina panzêr û çekan bi dewleta Tirk re têkiliyan deynin, ji bo çarserkirina pirsgirêka Kurd bikevin nava hewldanan."
Her wiha belavoka YEK-KOM’ê ya ku derbarê tecrîda li ser Ocalan û qirkirina li ser Kurdan hatibû amadekirin di çalakiyê de hate belavkirin û xwendin.
YUKSEL TOPRAKLI - HANNOVER