Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) ku pêşengtiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya li Strasbourgê dike, da zanîn ku eger daxwaza wan bi cîh neyê ew ê çalakiyên xwe bi awayekî berfirehtir berdewam bikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya MŞD ku li Straboûrgê bi awayekî bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin, di roja 19’an de ye. Meclîsê diyar kir, ku bersiv ji daxwaza wan re neyê dayîn, wê çalakî berfireh bibe.
Bi biryarî dewam dike
Greva Birçîbûnê ya MŞD ku 23’ê Tebaxê bi daxuyaniyeke ji bo Konseya Ewropa (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dest pê kir, bi biryardarî dewam dike. Hedefên sereke yên grevê ew in ku şandeyek biçe girava Imraliyê, ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev ji salek û nîvê zêdetir e agahî jê nayê standin û naskirina statûya Şengalê ye, di nav qada navdewletî de.
Saziyên din jî destekê didin
Beriya niha rêveberên Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Federasyona Êzîdiyên Ewropayê, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û gelek kes bi mebesta piştevaniyê tevlî grevê bûbûn, herî dawî Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) û endamên Koordînasyona HDK’ê tevlê bûbûn. Bi mebesta piştevaniyê ji niha û şûn de xebatkarên karên derve yên saziyên Kurd ên Ewropayê wê tevlî grevê bibin.
Ji Celle û Hannover hatin ji bo ziyareta çalakgeran
Ev 98 roj in her roj bi sedan Kurdistanî diçin çalagerên greva birçîbûnê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Berwedan Kahraman û Beşîr Êzîdî ziyaret dikin û piştevaniya xwe nîşan didin. Doh jî Kurdên Êzîdî yên li Celle û Hannover a Elmanyayê çalakger ziyaret kirin.
Hunermend li gel çalakgeran bûn
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 5 endamên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, di roja 19. de ye. Hunermendên Kurd ji bo piştgiriyê doh çûn serdana çalakgeran.
Herî dawî komek ji 8 endamên Koordînasyona Ewrûpayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) pêr tevlî greva birçîbûnê bû. Ji roja Duşemê ve komek ji endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî bi armanca destekdayînê di grevê de ne.
Konser dan çalakgeran
Ozan Seyîdxan, Ozan Şemdîn, Sosin, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî û gelek hunermendên din çûn serdana çalakgeran. Hunermendan dan xuyakirin, ku ji bo aştî pêk were, divê fikarên kûr ên gelê Kurd ên li ser rewşa Ocalan bên rakirin û bal kişandin ser girîngiya pêkhatina hevdîtinê. Hunermendan ji saziyên navneteweyî jî xwestin, daxwaza naskirina statuya Şengalê bibînin.
Hunermendan piştre ji bo çalakgeran û welatiyan re konserek dan.
STRASBOÛRG