
Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş a gerîlayên HPG’ê ku li navçeyên Çelê û Şemzînan a Colemrêgê dayîn destpêkirin didome. Gerîlayên HPG’ê artêşa Tirk li herêma Xapûşka ya Şemzînan du rojan xistine di bin kontrola xwe de. Her wiha li Amedê jî gerîlayên HGP’ê li dijî leşkerên derketibûn operasyonê çalakî lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona artêşa Tirk a dagirker ku bi beşdariya 14 hezar leşker, cerdevan û kontrayan ku li gelek navçeyên Amedê li dar xistiye daxuayniyek weşand. HPG’ê di daxuyaniya de bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker bi zêdetirî 15 hezar leşker, cerdeva û kontrayan li gelek navçeyên Amedê dest bi operasyonekê kirine û got: “Yekîneyeke ji leşker, kontra û cerdevanan pêk dihat ê operasyonê, 7’ê Hezîranê saet 12:00’an li derdorî girê Gundê Hêdik bi cih bûne. Hêzên me yên ku ev yekîne xistin bin kontrolê, 9’ê Hezîranê saet 15:15’an, li dijî vê yekîneya ku dixwest ji Gundê Hêdik derbasî gundikê Seyrek bibin çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî hatiye zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, wesayîtekî zirxî jî hatiye derbkirin.”
HPG’ê diyar kir ku di 12’ê Hezîranê de li dijî konvoyeke leşkerên Tirk çalakî li dar xistine û got: “Konvoya ku wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk pêk dihat, hêzên me wesayîtekî kobra kire hedef . Di wesayîta kobra ya hate rûxandin de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.”
Kontrayek hat cezakirin
HPG’ê, diyar kir ku kontrayê bi navê Vedat Kiliç ê li herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê pêşengtî ji operasyonên artêşa Tirk re dikir, hatiye cezakirin.
HPG’ê ragihand ku hêzên wan di 12’ê Hezîranê saet 11:30’an de li dijî boriya petrolê ya Ceyhan çalakiyekî sabotajê lidar xistine. Di çalakiyê de xeta boriya petrolê îmahabûye.
Li Şemzînanê derbên giran
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava çalakiyên li dar xistin de, wesayîtekî zirxî û dozerek hatiye derbkirin,15 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
ANF/BEHDÎNAN