Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Welat Gever, Ronî û Mûnzûr Mawa yên ji ber êrişên dewleta Tirk şehîd bûn, li Elmanya û Fransayê hatin bîranîn.

MONTPELLIER: Endamê Koordînasyona Êzîdiyan a Şengalê Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ê li Şengalê şehîd bû, fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban), gerîlayê HPG'ê Ronî Munzur (Mahmût Laçîn) ên li Dersimê şehîd bûn û fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Xerzanê Welat Gever (Sefer Acar) û gerîlayê HPG'ê Baran Mawa (Alî Oncu) yên meha Hezîranê li Xerzanê şehîd bûn, li bajarê Montpellier ê Fransayê hatin bibîranîn.

Di civîna bîranînê de qisekeran diyar kir ku ew ê dilsozê têkoşîn û bîranîna şehîdan bin. Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser jiyana Mam Zekî, Atakan Mahîr, Welat Gever û Ronî Munzur hate nîşandan. Bîranîn bi gotina dirûşma "Şehîd namirin" qediya.

LAHR: Li bajarê Elmanyayê Lahrê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Freîbûrg û Lahrê civîneke bibîranînê li dar xist û Endamê Koordînasyona Êzîdiyan a Şengalê Zekî Şengalî û Fermandarê HPG'ê Atakan Mahîr bi bîr anîn.

Piştî rêzgirtin û axaftinan li ser jiyana Şengalî û Mahîr sînevîzyonek hat nîşandan.

 

MONTPELLIER/LAHR