Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê, Çelê û Qersê li dijî eskerên Tirk çalakî kirin. HPG’ê got; “Di çalakiyan de bi qasî hate tespîtkirin, efser jî dinav de 5 eskerên dijmin hatine kuştin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Hêzên me li Xakûrkê roja 30’ê Gulanê li dijî eskerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Botan, çalakiya sabotajê kir. Di vê çalakiyê de 3 esker hatin kuştin û gelek esker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakirin.
Li Çelê dijmin derb xwar
Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku ewlehiya rêya dinavbera Colemêrg - Çelê ya herêma Dêrava Qesranê a navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianî, xist bin kontrola xwe. Hêzên me 1’ê Hezîranê saet 20:30’î ji nêz ve bi giranî li yekîneya dijmin xist. Divê çalakiyê de 2 eskerên payebilind hatin kuştin û 2 esker jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir be jî. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê û helîkoperên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.
Li Qaxiozmanê çalakiya sabotajê
Artêşa TC’ê ya dagirker roja 21’ê Gulanê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Li herêma Tepê Reş hêzên me yekîneya dijmin ku kemîn diavêt, xist kontrola xwe û 31’ê Gulanê çalakiya sabotajê li dar xist. Divê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin eskerek hate kuştin û 2 esker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin.”
2 gerîlayên birîndar şehîd bûn
HPG´ê ji bo du gerilayên di çalakiya 1´ê Hezîranê de li Xakûrkê birîndar bûyî de jî ev agahî dan: “Di daxuyaniyê 2’ê Hezîranê de me ragihandibû ku 1’ê Hezîranê hêzên me li Girê Şehîd Derwêş li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek lidarxistibû û di çalakiyê de 9 esker hatibûn kuştin û gelek esker jî birîndar bûbûn. Divê çalakiyê de hevreyên me Brûsk û Mizgîn bi fedayî li dijî dagirkeran şer kir û bi giranî birîndar bûn. Tevî hemû hewldanan, hevreyên me nehatin rizgarkirin û 2’ê Hezîranê şehîd bûn. Nasnameyên hevreyên me wê piştre bi raya giştî re bên parve kirin.”
ANF / BEHDÎNAN